YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 10

10
Şivan û Miyên Xwe
1«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e. 2Lê yê ku di derî re dikevê, ew şivanê miyan e. 3Dergehvan jê re derî vedike. Mî dengê wî dibihîzin û ew bi navê miyên xwe gazî wan dike û wan derdixe derve. 4Dema ku ew hemû miyên xwe derdixe derve, dide pêşiya wan û mî jî li pey wî diçin, çimkî dengê wî nas dikin. 5Ew tu caran li pey yekî xerîb naçin, lê ji wî direvin, çimkî dengê xerîban nas nakin.»
6Îsa ev mesele ji wan re got, lê wan fêm nekir ku ew çi ji wan re dibêje.
Şivanê Qenc
7Li ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ez deriyê miyan im. 8Hemû yên ku beriya min hatine diz û rêbir in, lê miyan guhdariya wan nekir. 9Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ewê xilas bibe. Ewê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne. 10Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.
11«Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide. 12Yê ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike. 13Ew direve, çimkî ew bi peran hatiye girtin û xema miyan naxwe. 14Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min jî min nas dikin, 15wek ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim. 16Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek. 17Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim. 18Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.»
19Li ser van gotinan dîsa di nav Cihûyan de dubendî derket. 20Gelekan ji wan digot: «Ew bi cinan ketiye û ew dîn e. Çima hûn guhdariya wî dikin?» 21Hinekên din jî gotin: «Ev ne gotinên yekî ne ku bi cinan ketiye. Ma cin dikarin çavên koran vekin?»
Bêbaweriya Cihûyan
22Hingê li Orşelîmê Cejna Pîrozkirina Perestgehê hatibû û zivistan bû. 23Îsa li Perestgehê di Eywana Silêman de digeriya. 24Cihû li dora wî civiyan û jê pirsîn: «Ma tê heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh bî, ji me re bi eşkereyî bêje!»
25Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got. Lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim, ji min re şahidiyê dikin. 26Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji miyên min in. 27Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên. 28Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe. 29Bavê min ê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û tu kes nikare wan ji destê Bavê min derxe. 30Ez û Bav yek in.»
31Cihûyan dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran. 32Îsa ji wan re got: «Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji ber kîjanî min didin ber keviran?» 33Cihûyan bersîva wî da: «Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em te ji ber çêran didin ber keviran! Çimkî tu mirov î, lê tu xwe dikî Xwedê.»
34Îsa bersîva wan da: «Ma di Şerîeta we de nenivîsiye ku Xwedê gotiye: ‹Hûn îlah in›#Ji: Zebûr 82:6? 35Em dizanin ji wan kesên ku peyva Xwedê ji wan re hatiye, ‹îlah› hatibe gotin jî, Nivîsara Pîroz xera nabe. 36Bav ez kirim veqetandiyê pîroz û ez şandim dinyayê, îcar ji ber ku min got: ‹Ez Kurê Xwedê me›, hûn çawa ji min re dibêjin: ‹Tu çêran dikî!› 37Eger ez karên Bavê xwe nekim, ji min bawer nekin. 38Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û ez bi Bav re me.» 39Hingê dîsa wan xwest ku Îsa bigirin, lê Îsa ji destê wan derket.
40Îsa dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû û li wê derê ma, cihê ku Yûhenna di destpêkê de lê imad dikir. 41Gelek kes dihatin ba wî û digotin: «Yûhenna tu nîşan çênekir, lê hemû tiştên ku Yûhenna li ser vî mirovî gotin rast derketin.» 42Û li wê derê gelekan bawerî bi wî anî.

Currently Selected:

Yûhenna 10: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy