YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 3

3
Danezana Yûhennayê Imadkar
(Metta 3:1-12; Marqos 1:1-8; Yûhenna 1:19-28)
1Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês serwerê Celîlê bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû 2û Henan û Qeyafa Serokkahîn bûn. Di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yûhennayê kurê Zekerya re hat. 3Îcar Yûhenna çû û li seranserê Çemê Urdunê hîn dikir, ku xelk imad bibin û tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin. 4Çawa ku di kitêba gotinên Îşaya pêxember de hatiye nivîsîn:
«Dengê yê li çolê bang dike:
‹Riya Xudan amade bikin
Şiveriyên wî sererast bikin!
5Her gelî wê tije bibin,
Her çiya û gir wê nizim bibin,
Xwarî wê rast bibin
Û riyên asê wê hilû bibin.
6Û her mirov wê xilasiya Xwedê bibîne.›»#Ji: Îşaya 40:3-5
7Îcar elalet dihatin, da ku ji aliyê Yûhenna ve bên imadkirin. Wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran, kê ji we re gotiye ku hûn ji ber wê xezeba ku tê, birevin? 8De ka fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin û dest pê nekin û ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake. 9Ji xwe bivir li ser qurmê daran e. Her dara ku berê qenc nede, wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.»
10Û elaletê ji wî pirsî û got: «Nexwe em çi bikin?» 11Wî li wan vegerand û got: «Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wisa bike.» 12Bacgir jî hatin, da ku imad bibin û gotin: «Mamoste, ma em çi bikin?» 13Wî ji wan re got: «Ji wî tiştê ku divê hûn bistînin bêtir nestînin.» 14Leşkeran jî pirsî û gotin: «Lê em çi bikin?» Û wî ji wan re got: «Bêbextiyê li xelkê nekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi meaşê xwe razî bin.»
15Ew xelk hemû di hêviyê de dima û li ser Yûhenna di dilê xwe de digotin: «Ma gelo Mesîh ev e?» 16Û Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê we imad dikim, lê yê ji min hêzdartir tê, ku ez ne hêja me, benên çaroxa wî jî vekim. Ewê bi Ruhê Pîroz û bi êgir we imad bike. 17Melhêba wî di destê wî de ye, da ku bêndera xwe paqij bike û genim di embara xwe de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
18Bi vî awayî wî bi gelek tiştên din jî şîret li xelkê dikir û Mizgînî bi wan dida bihîstin. 19Lê gava Yûhenna ji ber jinbira Mîr Hêrodês Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên din, yên ku wî kiribûn, li wî hilat, 20Hêrodês li ser hemû xerabiyên xwe ev jî bi ser de zêde kir, ku wî Yûhenna avêt zîndanê.
Imadbûna Îsa
(Metta 3:13-17; Marqos 1:9-11)
21Gava xelk hemû dihat imadkirin, Îsa jî imad bû. Wê kêlîka ku Îsa dua dikir, ezman vebû 22û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmên hat û got: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
Malbavka Îsa
(Metta 1:1-17)
23Îsa bi xwe, gava ku dest bi hînkirina xwe kir, nêzîkî sî salî bû. Û wek ku dihat gumankirin ew kurê Ûsiv bû, kurê Elî, 24kurê Metat, kurê Lêwî, kurê Melkê, kurê Yannay, kurê Ûsiv, 25kurê Metîtya, kurê Amos, kurê Nahûm, kurê Heslî, kurê Necay, 26kurê Mehat, kurê Metîtya, kurê Şêmeyîn, kurê Yûsêx, kurê Yoda, 27kurê Yûhenan, kurê Rêşa, kurê Zerûbabel, kurê Şaltiyêl, kurê Nerî, 28kurê Melkê, kurê Êdî, kurê Qosam, kurê Êlmedam, kurê Er, 29kurê Yêşû, kurê Êliyazêr, kurê Yorîm, kurê Metat, kurê Lêwî, 30kurê Şimûn, kurê Cihûda, kurê Ûsiv, kurê Yonam, kurê Êlyaqîm, 31kurê Melya, kurê Mena, kurê Metêta, kurê Natan, kurê Dawid, 32kurê Yêşa, kurê Ovêd, kurê Bowaz, kurê Selmon, kurê Nehşon, 33kurê Amînadav, kurê Admîn, kurê Aram, kurê Hesrûn, kurê Perez, kurê Cihûda, 34kurê Aqûb, kurê Îshaq, kurê Birahîm, kurê Têrah, kurê Nehor, 35kurê Serûx, kurê Rêwo, kurê Pêlêg, kurê Eber, kurê Şalah, 36kurê Qênan, kurê Arpexşad, kurê Sam, kurê Nûh, kurê Lamex, 37kurê Metûşela, kurê Henox, kurê Yarêd, kurê Mahalalêl, kurê Qênan, 38kurê Enoş, kurê Sêt, kurê Adem, kurê Xwedê bû.

Currently Selected:

Lûqa 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy