YouVersion Logo
Search Icon

Kolosî 2

2
1Ez dixwazim ku hûn bizanin ez çiqas ji bo we, ji bo yên ku li Lawdikyayê ne û ji bo hemûyên ku rû bi rû ez nedîtime tekoşînê dikim.#Peyxam 1:11; 3:14 2Ez dixwazim ku dilê wan bê handan û ew di hezkirinê de bibin yek, da ku bigihîjin dewlemendiya têgihîştina bêkêmahî û sira Xwedê ya ku Mesîh e, bizanin. 3Di şexsê wî de hemû xezîneyên zanîn û şehrezayiyê veşartî ne. 4Ez vê yekê dibêjim, da ku tu kes we bi peyvên devnermiyê nexapîne. 5Çimkî her çiqas ez bi bedenê ne li ba we bim jî, dîsa bi ruh bi we re me û ez bi dîtina serûberî û baweriya we ya qayîm a bi Mesîh şa dibim.
Jiyana bi Mesîh
6Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wisa bi wî re girêdayî rêve herin. 7Bi wî ve ra bidin û ava bibin; wek ku hûn hatine hînkirin, di baweriyê de qayîm bibin û bila şikirdariya we zêde bibe.
8Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in. 9Çimkî hemû tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di Mesîh de ye. 10Ew serê her serwerî û desthilatiyê ye û hûn bi wî temam bûne. 11Hûn bi wî sinet bûn, ne bi sineta ku bi dest hatiye kirin, lê ji aliyê Mesîh ve hûn hatine sinetkirin û we bedena xwe ya gunehkar ji xwe kiriye. 12Di imadê de hûn bi wî re hatin veşartin û di imadê de hûn bi wî re hatin rakirin jî, çimkî we baweriya xwe bi qeweta Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, anî.#Romayî 6:4 13Û çaxê hûn hê di nav neheqiyan û di beden û dilê xwe yê sinetnebûyî de mirî bûn, Xwedê hûn bi Mesîh re vejandin û li hemû sûcên me bihûrt.#Efesî 2:1-5 14Seneda deynên me ya ku bi qeydeyan li hember me bû, xîş kir, li xaçê xist û ji holê rakir.#Efesî 2:15 15Bi vê yekê wî serwer û desthilatî bêçek kirin û li ser xaçê li hember wan bi serfirazî bi ser ket, bi eşkereyî wî ew raxistin ber çavan.
16Loma bila tu kes di pirsa xwarin, an vexwarin, an cejn, an meha nû, an jî roja Şemiyê de, we dadbar neke.#Romayî 14:1-6 17Evên ha siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e. 18Nebe yekî ku ji nefsbiçûkiya qelp û perizîna milyaketan, ji dîtiniyên ku dîtine û ji quretiya pûç a aqilê xwe yê dinyayî hez dike, we ji xelata we bike. 19Yên weha xwe bi Serî ve nagirin. Bi wî Seriyî tevahiya bedenê, bi movik û pêgirêkan girêdayî tê xweyîkirin û bi mezinbûna ji Xwedê, mezin dibe.#Efesî 4:16
20Madem hûn bi Mesîh re li hember hêzên ruhî yên vê dinyayê mirine, nexwe hûn çima weha dijîn wek ku hûn ên vê dinyayê ne û li gor rêz û tertîb dikin ên ku dibêjin: 21«Vê negire, vê tam neke, dest nede vê!» 22Evên ha hemû bi karanînê dirizin û diçin, ew li gor emir û hînkirina mirovan in. 23Rast e, di dîndariya ji ber xwe çêkirî, di nefsbiçûkiya qelp û di eziyetkirina bedenê de ev wek şehrezayiyê tên dîtin, lê ji bo rawestandina xwestekên nefsê tu qîmeta wan tune.

Currently Selected:

Kolosî 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy