1
Yûhenna 6:35
Kurmanji Încîl
KURNT
Îsa ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe.
సరిపోల్చండి
Yûhenna 6:35 ని అన్వేషించండి
2
Yûhenna 6:63
Yê ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min ji we re gotine, ruh û jiyan in.
Yûhenna 6:63 ని అన్వేషించండి
3
Yûhenna 6:27
Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
Yûhenna 6:27 ని అన్వేషించండి
4
Yûhenna 6:40
Erê, daxwaza Bavê min ev e, ku her kesê Kur bibîne û baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.»
Yûhenna 6:40 ని అన్వేషించండి
5
Yûhenna 6:29
Îsa bersîva wan da: «Karê Xwedê ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî şandiye bînin.»
Yûhenna 6:29 ని అన్వేషించండి
6
Yûhenna 6:37
Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba min, ez wî qet nazivirînim.
Yûhenna 6:37 ని అన్వేషించండి
7
Yûhenna 6:68
Şimûn-Petrûs bersîva wî da: «Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne.
Yûhenna 6:68 ని అన్వేషించండి
8
Yûhenna 6:51
Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»
Yûhenna 6:51 ని అన్వేషించండి
9
Yûhenna 6:44
Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.
Yûhenna 6:44 ని అన్వేషించండి
10
Yûhenna 6:33
Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.»
Yûhenna 6:33 ని అన్వేషించండి
11
Yûhenna 6:48
Nanê jiyanê ez im.
Yûhenna 6:48 ని అన్వేషించండి
12
Yûhenna 6:11-12
Hingê Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan. Û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re got: «Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.»
Yûhenna 6:11-12 ని అన్వేషించండి
13
Yûhenna 6:19-20
Dema ku ew bi qasî pênc-şeş kîlometreyan pêşve çûn, wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe û ber bi qeyikê ve tê. Ew tirsiyan, lê Îsa ji wan re got: «Netirsin, ez im!»
Yûhenna 6:19-20 ని అన్వేషించండి
హోమ్
బైబిల్
ప్రణాళికలు
వీడియోలు