YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 3

3
Bir 3
1Kurê min, qanûnên min ji bîra me ke û pendên min, bila di dilê te de cih bigirin;
2Ew ê ji te re jiyîneke dirêj, saline xweş û selametiyê bidin.
3Bila, qencî û dilrastî dûrî te me kevin, tu wan bi stoyê xwe ve girêbide, wan li ser depê dilê te binivisîne.
4Wilo hişê te wê bibe saxelem û tu ê bibî delalê Xwedê û yê dilên xelkê.
5Bi hemî xurtiya dilê xwe, xwe bispêre Xwedê û pişta xwe bi eqilmendiya xwe me şidîne;
6Her û her Xwedê bîne bîra xwe, ewê reya te firehtir bike.
7Di pêşiya çavê xwe de, xwe bi eqilmendiya xwe me nepixîne; ji Xwedê bitirse û dev ji xirabiyê berde.
8Pê gurçikên te bijûn û hestiyên te çalak bibin.
9Bi mal û zadê xwe ê nûgihayî qedrê Xwedê bigire:
10Hingi, enbarên te wê bibin tejî zad û dexil û denên te tejî şerab.
11Kurê min, tekdîrên Xwedê kêm me bîne û ji êşandina di Wî dilteng me be;
12Ji ber ko Xwedê weke bav bi kurên xwe dikin, peyayên ko hejî wan dike diêşîne.
13Serbilind e mirovê ko gihaye kikmet û şehrezayiyê û yê ko bijîr e…
14Tiştê ko wî pê kar kiriye ji zîv û peran çêtir e, û feyda ko jê tê ji ya zêran hêjatir e;
15Ew, ji mirariyan girantir e û qîmeta wê ji her tiştên bibeha mezintir e.
16Di aliyê wi ê rastê de jiyîneke dirêj û yê çepê de dewlemendî û serfirazî hene.
17Reyên ko di pêşiya wî de ne, yên xweşiyê ne û hemî şîvereyên di wî têr tenahî û selamet in.
18Ew, ji bona yên ko wê digirin dara jiyînê ye, û yên ko wê xurt digirin bi çiqasî bextiyar in.
19Ji ber ko Xwedê hîmê dinyayê bi hikmet û şehrezayiyê daniye û bi eqilmendiyê ezmanan şidandine;
20Bi hikmeta wî devên kûrahiyan vebûne û ji ewran xunav diniqute.
21Kurê min, bila ev tiştên he, li pêş çavên te bimînin tu pê bîrewer û bextiyar bibî.
22Ew ê bibin jiyîna giyanê te û zînetên stoyê te.
23Tu pê di reya xwe de bi ewleyî bimeşî û piyên te li tiştekî na kevin.
24Heke te xwe dirêj kir, tirs na keve dilê te û ko tu razayî xewa te wê bibe şîrîn.
25Êdî, bila tirsa te ne mîne, ne ji tometekê ji nişkan ve û ne jî, ji êrîşa peyayên xerab;
26Ji ber ko tu xwe bi Xwedê wê bisitirîni û ew ê lingê te ji kemînan biparêze
27Heke ji destê te tê, arîkariya hewcedaran bike û xwe jê me de paş.
28Heke di destê te de heye, bide; û ji xelkê re me bêje îro here û sibe were û ezê bidim te.
29Xirabiya kesê ko li ba te rûniştiye me xwaze û me de eqlê xwe.
30Bê sebeb, li acizkirina kesê ko tu neçeyiya wî ne gihaye te, me gere.
31Berberiya zorkeran ne ke û me de ser şopa wan.
32Xwedê ji rêderketiyan dikerihe; lêbelê Ew hevalê dilpaqijan e;
33Laneta Xwedê di mala peyayên xirab de ye, lê Ew rehma xwe digihîne mala pakdilan;
34Xwedê tevza xwe bi henekkeran wê bike; lê Ew ji comerdiya xwe dide belengazan;
35Para eqilmendan serfirazî ye, û ya ehmeqan şermisarî.

Currently Selected:

Methelokên 3: MKRPRO

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy