1
Metta 25:40
Peymana Nû (Încîl)
KmrNTL
Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.
Yenzanisa
Ongorora {{vhesi}}
2
Metta 25:21
Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›
3
Metta 25:29
Çimkî yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.
4
Metta 25:13
Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê.
5
Metta 25:35
Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin da Min, Ez tʼî bûm we av da Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl kirim
6
Metta 25:23
Axayê wî gotê: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›
7
Metta 25:36
Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc kirim, Ez nexweş bûm hûn ser Minda hatin, Ez kelêda bûm hûn hatine cem Min›.