YouVersion လိုဂို
ရှာရန် အိုင်ကွန်

Metta 3

3
Dannasînîya Yûhʼennayê nixumdar
(Marqos 1:1-8; Lûqa 3:1-18; Yûhʼenna 1:19-28)
1Wan rʼojada Yûhʼennayê nixumdar rʼabû nava berʼîya Cihûstanê dannasîn kir 2û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye». 3Yûhʼenna ew bû, bona kʼîjanî Îşaya pʼêxember gotibû:
«Dengek berʼîyêda dike gazî:
‹Rʼîya Xudan hazir bikin
û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin›»#3:3 Îşaya 40:3. .
4Kʼincê Yûhʼenna ji pirʼçʼa devê bû û qayîşeke çʼerm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû. 5Hingê cimeʼta Orşelîmê û tʼemamîya Cihûstanê û hʼemû alîyêd çʼemê Ûrdunê dihatine cem wî, 6gunêd xwe didane rʼûyê xwe û ji wî çʼemê Ûrdunêda dihatine nixumandinê.
7Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin? 8De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. 9Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe. 10Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir. 11Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne. 12Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike eʼmbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».
Îsa tê nixumandinê
(Marqos 1:9-11; Lûqa 3:21-22)
13Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûhʼenna, ku ji wî bê nixumandinê. 14Lê Yûhʼenna bona vê yekê Wîrʼa qayl nedibû û gote Wî: «Ez hʼewce me ku bi destê Te bême nixumandinê û Tu têyî cem min?» 15Îsa lê vegerʼand û gotê: «Niha bihêle, çimkî li me dikʼeve ku em hʼemû rʼastîyê aha bînine sêrî». Paşê Yûhʼenna qayl bû.
16Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derkʼet, nişkêva eʼzman vebûn û ewî dît ku Rʼuhʼê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî. 17Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».

လက်ရှိရွေးချယ်ထားမှု

Metta 3: KmrNTL

အရောင်မှတ်ချက်

မျှဝေရန်

ကူးယူ

None

မိမိစက်ကိရိယာအားလုံးတွင် မိမိအရောင်ချယ်သောအရာများကို သိမ်းဆည်းထားလိုပါသလား။ စာရင်းသွင်းပါ (သို့) အကောင့်ဝင်လိုက်ပါ

YouVersion သည် မိမိအတွေ့အကြုံကို စိတ်ကြိုက်ပြင်ဆင်ရန် ကွတ်ကီးများကို အသုံးပြုသည်။ ကျွန်ုပ်တို့၏ဝဘ်ဆိုဒ်ကိုအသုံးပြုခြင်းဖြင့် ကျွန်ုပ်တို့၏ ကိုယ်ရေးကိုယ်တာမူဝါဒတွင်ဖော်ပြထားသည့်အတိုင်း ကျွန်ုပ်တို့၏ cookies အသုံးပြုမှုကို လက်ခံပါသည်။