1
Metta 7:7
Peymana Nû (Încîl)
KmrNTL
Bixwazin hûnê bistînin, bigerʼin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe.
השווה
חקרו Metta 7:7
2
Metta 7:8
Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber vedibe.
חקרו Metta 7:8
3
Metta 7:24
Awa kʼî ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir.
חקרו Metta 7:24
4
Metta 7:12
Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanarʼa bikin. Ev e meʼna hînkirina Qanûnê û pʼêxembera.
חקרו Metta 7:12
5
Metta 7:14
Lê gelekî teng e ew derî û zeʼmet e ew rʼîya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê rʼêyê dibînin.
חקרו Metta 7:14
6
Metta 7:13
Derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rʼîya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin.
חקרו Metta 7:13
7
Metta 7:11
Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê weyî Eʼzmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin.
חקרו Metta 7:11
8
Metta 7:1-2
Loma nekin, ku lome li we nebin. Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî werʼa wê bê pîvanê.
חקרו Metta 7:1-2
9
Metta 7:26
Lê kʼî ku van gotinêd Min dibihê û naqedîne, ew mîna merivekî bêfeʼm e, ku mala xwe ser qûmê çêkir.
חקרו Metta 7:26
10
Metta 7:3-4
Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê va ye kʼêran çʼeʼvê teda heye?
חקרו Metta 7:3-4
11
Metta 7:15-16
Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne. Hûnê wana ji berêd wan nas bikin. Gelo kesek ji stirîya tirîya diçine, yan jî ji dirʼîya hêjîra?
חקרו Metta 7:15-16
12
Metta 7:17
Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab berê xirab dide.
חקרו Metta 7:17
13
Metta 7:18
Dara qenc nikare berê xirab bide, ne jî dara xirab dikare berê qenc bide.
חקרו Metta 7:18
14
Metta 7:19
Her dara ku berê qenc nade tê birʼîn û avîtinê nava agir.
חקרו Metta 7:19