Logo YouVersion
Icona Cerca

Destpêk 1

1
Afirandina dinyayê
1 # Yûhenna 1:1-3; Îbranî 11:3 Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin. 2Erd vikîvala û bêşikil bû, tariyê kûrahî rapêçabû. Ruhê Xwedê li ser rûyê avê digeriya.
3 # Korîntî I, 4:6 Xwedê got: “Bila ronahî çêbe.” Ronahî çêbû. 4Xwedê dît ku ronahî qenc e û wî ronahî ji tariyê veqetand. 5Xwedê navê ronahiyê “Roj” û navê tariyê “Şev” danî. Bû êvar û sibe, ev roja pêşî bû.
6 # Petrûs II, 3:5 Xwedê got: “Bila di nava avê de qûbeyek çêbe ku avê ji hev veqetîne.” 7Xwedê qûbeyek çêkir û ava bin qûbeyê, ji ava li serê wê veqetand. Wisa jî bû. 8Xwedê navê qûbeyê “Ezman” danî. Bû êvar û sibe, ev roja diduyan bû.
9Xwedê got: “Bila ava di bin ezmên de li derekê bicive û bejahî bê dîtin.” Wisa jî bû. 10Xwedê navê bejahiyê “Erd” û navê ava civiyayî “Derya” danî. Xwedê dît ku ev qenc e.
11Xwedê got: “Bila li erdê giya û şînahiyên bi dar û ber çêbin û li gorî cureyên xwe ber û fêkî bidin.” Wisa jî bû. 12Erdê, giya û şînahiyên li gorî cureyên xwe ber didin û darên wiha gihandin ku berê wan di fêkiyê wan de ne. Xwedê dît ku ev qenc e. 13Bû êvar û sibe, ev roja sisêyan bû.
14Xwedê got: “Bila di qûbeya ezmên de ronahî çêbin ku roj û şevê ji hev veqetînin û ji roj, demsal û salan re bibin nîşan. 15Bila ev di qûbeya ezmên de bibin ronahî ku ronahiyê bidin erdê.” Wisa jî bû. 16Xwedê du ronahiyên mezin çêkirin: Ya mezin ji bo ku serweriyê li rojê bike, ya biçûk jî ji bo ku serweriyê li şevê bike. Wî stêr jî çêkirin. 17Xwedê ew di qûbeya ezmên de bi cih kirin ku ew ronahiyê bidin erdê, 18serweriyê li şev û rojê bikin û ronahî û tariyê ji hev veqetînin. Xwedê dît ku ev qenc e. 19Bû êvar û sibe, ev roja çaran bû.
20Xwedê got: “Bila av kerî bi kerî bi afirîdên jîndar tije be û bila li ser erdê, li qûbeya ezmên teyr bifirin.” 21Xwedê hûtên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên di avê de tevdigerin û teyrên ku difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e. 22Xwedê ew pîroz û bereket kirin û got: “Zêde û berdar bin, ava deryayan dagirin. Bila teyr li erdê zêde bin.” 23Bû êvar û sibe, ev roja pêncan bû.
24Xwedê got: “Bila erd li gorî cureyên wan afirîdên jîndar, heywanên kedî, afirîdên bi erdê ve dişêlin#1:24 Peyva afirîdên bi erdê ve dişêlin heywanên wekî mişk û kêzikan jî digire nav xwe û heywanên kovî derîne.” Wisa jî bû. 25Xwedê li gorî cureyên wan heywanên kovî, kedî û hemû cureyên dişêlin afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.
26 # Korîntî I, 11:7 Xwedê got: “Em#1:26 Nivîsa Masoriyan: Em, binêre: Zebûr 82:1; 89:5-7; Yêremya 48:29 mirovan di sûretê xwe de çêkin ku bişibin me. Bila ew bibin serwerên masiyên avê, teyrên ezmanan, heywanên kedî, hemû afirîdên bi erdê ve dişêlin û seranserê dinyayê.”
27 # Destpêk 5:2; Metta 19:4-5; Marqos 10:6 Xwedê mirov di sûretê xwe de, di sûretê Xwedê de afirandin. Wî ew bi awayê nêr û mê afirandin. 28Xwedê ew pîroz û bereket kirin û ji wan re got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe. Bibin serwerên masiyên deryayan, teyrên ezmanan û hemû afirîdên dişêlin.” 29Piştre Xwedê got: “Min hemû giya û şînahiyên li ser tevahiya rûyê erdê ber didin û her dara fêkiyan dan we ku tovê wê di berê wê de ye. Wê ev ji we re bibin xwarin. 30Ez ji bo hemû heywanên kovî, teyrên ezmanan û afirîdên dişêlin –ji bo her tişta ku hilma jiyanê pê re ye– ez hemû şînahiyan ji bo xwarinê didim.” Wisa jî bû. 31Xwedê hemû tiştên çêkiribûn dîtin ku qenc e. Bû êvar û sibe, ev roja şeşan bû.

Attualmente Selezionati:

Destpêk 1: KURNT

Evidenziazioni

Condividi

Copia

None

Vuoi avere le tue evidenziazioni salvate su tutti i tuoi dispositivi?Iscriviti o accedi

YouVersion utilizza i cookie per personalizzare la tua esperienza. Utilizzando il nostro sito Web, accetti il nostro utilizzo dei cookie come descritto nella nostra Privacy Policy