YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 1

1
Silav
1Ji Pawlosê xulamê Mesîh Îsa yê ku ji bo şandîtiyê hatiye gazîkirin û hatiye veqetandin, da ku Mizgîniya Xwedê 2ya ku hê ji berê ve wî bi devê pêxemberên xwe di Nivîsarên Pîroz de soz dabû, belav bike. 3Ev Mizgînî li ser Kurê wî ye, ku li gor bedenê ji dûndana Dawid hat 4û li gor Ruhê pîroziyê bi vejîna ji nav miriyan, bi hêzdarî Kurê Xwedê hatiye diyarkirin. Ew Xudanê me Îsa Mesîh e. 5Me bi destê wî û bi xatirê navê wî kerem û şandîtî stand, da ku em gazî hemû miletan bikin ku baweriyê bînin û bi ya wî bikin. 6Hûn jî di nav gazîkiriyên Îsa Mesîh de ne. 7Ji we hemû hezkiriyên Xwedê re yên ku li Romayê ne û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin: Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Dua û Şikir
8Berî her tiştî ez bi saya Îsa Mesîh, ji bo we hemûyan ji Xwedayê xwe re şikir dikim, çimkî li seranserê dinyayê li ser baweriya we tê gotin. 9Ew Xwedayê ku ez bi ruhê xwe di dayîna Mizgîniya Kurê wî de xizmetê jê re dikim, şahidê min e ku ez hergav di duayên xwe de bê rawestin we tînim bîra xwe 10û lava dikim ku eger bi daxwaza Xwedê pêk bê, êdî ez bi riyekê bikarim bêm ba we. 11Çimkî ez pirr dixwazim we bibînim, da ku ez diyariyeke ruhanî bidim we ku hûn qayîm bibin, 12yanî em bi hev re, hûn bi baweriya min û ez bi baweriya we, em bên handan. 13Birano, ez dixwazim hûn bizanin ku gelek caran min xist dilê xwe ku ez bêm ba we, lê asteng derketin. Wek di nav miletên din de, ez dixwazim ku di nav we de jî xebata min ber bide.#Karên Şandiyan 19:21 14Ez ji Yewnaniyan û ji hovan re, ji zana û nezanan re deyndar im. 15Loma ez amade me ku heta ji destê min bê, ez ji we re jî, hûn ên ku li Romayê ne, Mizgîniyê bidim.
Hêza Mizgîniyê
16Çimkî ez ji ber Mizgîniyê şerm nakim. Ji ber ku ew ji her kesê ku bawer dike re ji bo xilasiyê hêza Xwedê ye, pêşî ji bo Cihûyan, hem jî ji bo miletên din. 17Çimkî di Mizgîniyê de rastdariya ku ji Xwedê ye, tê eşkerekirin. Ew ji destpêkê heta dawiyê bi baweriyê ye. Wek ku hatiye nivîsîn: «Yê rastdar wê bi baweriyê bijî.»#Ji: Habaqûq 2:4
Sûcdariya Mirov
18Xezeba Xwedê ji ezmên li hember hemû nepakî û neheqiya wan mirovên ku bi neheqiyê ji rastiyê re dibin asteng, xuya dibe. 19Çimkî tiştê ku li ser Xwedê tê zanîn ji wan re diyar e; ji ber ku Xwedê ji wan re eşkere kiriye. 20Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin. Loma hêceta wan tune. 21Çimkî, bi ser ku Xwedê dizanin jî, bi Xwedêtî rûmet nedanê û ne jî jê re şikir kirin; lê belê fikirîna wan bû pûçîtî û dilê wan ê fêmkor tarî bû. 22Wan digot: «Em zana ne», lê bêaqil derketin. 23Û rûmeta Xwedayê bêmirin, bi wêneyên mîna mirovê mirindar, teyr, heywanên çarpê û yên ku dişêlin, guhertin.#Dubarekirina Şerîetê 4:15-18
24Ji ber vê yekê Xwedê ew bi şehwetên dilê wan dane destê nepakiyê, da ku di nav wan de bedena wan rezîl bibe. 25Wan rastiya Xwedê bi derewê guhert, ji Afirandar zêdetir perizîn tiştên afirandî û ji wan re xizmet kirin. Afirandar her û her pîroz e. Amîn.
26Ji ber vê yekê Xwedê ew dan destê şehwetên şermezariyê; jinên wan jî têkiliya xweheyî bi ya bervajiyê xweheyiyê guhertin. 27Bi vî awayî mêran jî dev ji têkiliya xweheyî ya bi jinê re berdan û di şehweta xwe de keribîn hevdû. Mêran bi mêran re riswayîtî kir û di nefsa xwe de heqê jirêderketina xwe standin.
28Ji ber ku wan naskirina Xwedê hêja nedît, Xwedê ew dan destê fikrên xerab, wisa ku ew tiştên ne li ser rê bikin. 29Ew bi her cûreyê neheqî, neqencî, çavbirçîtî û xerabiyê tije ne. Bi çavnebarî, kuştin, pevçûn, hîle û marzikiyê dagirtî ne. Paşgotiniyê dikin, 30ketmê dikin, ji Xwedê nefret dikin, serxweçûyî ne, pozbilind û pesinker in, karên xerab saz dikin û bi ya dê û bavê xwe nakin, 31fêmkor in, li ser soza xwe namînin, bê dilovanî û bê rehm in. 32Bi ser ku fermana Xwedê ya rast a ku dibêje: «Yên tiştên weha dikin, mirin heq kirine», dizanin jî, ew ne tenê van tiştan dikin, lê belê kêfa wan ji yên ku dikin re jî tê.

Currently Selected:

Romayî 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy