YouVersion Logo
Search Icon

Metta 1

1
Malbavka Îsa Mesîh
(Lûqa 3:23-38)
1Kitêba malbata Îsa Mesîhê kurê Dawid ê kurê Birahîm ev e:
2Birahîm bavê Îshaq bû,
Îshaq bavê Aqûb bû,
Aqûb bavê Cihûda û birayên wî bû,
3Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû,
Perez bavê Hesrûn bû,
Hesrûn bavê Aram bû,
4Aram bavê Amînadav bû,
Amînadav bavê Nehşon bû,
Nehşon bavê Salmon bû,
5Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab bû,
Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû,
Ovêd bavê Yêşa bû
6Û Yêşa jî bavê Dawid padîşah bû.
Dawid bavê Silêman bû, diya wî jina Ûrya bû,
7Silêman bavê Rêhoboam bû,
Rêhoboam bavê Ebiya bû,
Ebiya bavê Asaf bû,#1:7 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Asaf» de «Asa» nivîsî ye.
8Asaf bavê Yehoşafat bû,
Yehoşafat bavê Yoram bû,
Yoram bavê Ûzya bû,
9Ûzya bavê Yotam bû,
Yotam bavê Ahaz bû,
Ahaz bavê Hizqiya bû,
10Hizqiya bavê Minaşe bû,
Minaşe bavê Amos bû,
Amos bavê Yoşiya bû#1:10 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Amos» de «Amon» nivîsî ye.
11Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna Babîlê de çêbûn.
12Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû,
Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû,
13Zerûbabel bavê Abiyûd bû,
Abiyûd bavê Êlyaqîm bû,
Êlyaqîm bavê Azûr bû,
14Azûr bavê Sadoq bû,
Sadoq bavê Axîn bû,
Axîn bavê Êlyûd bû,
15Êlyûd bavê Êlazar bû,
Êlazar bavê Metan bû,
Metan bavê Aqûb bû
16Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê bû.
Ji Meryemê jî Îsa yê ku jê re ‹Mesîh› tê gotin çêbû.
17Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş, ji Dawid heta sirgûnbûna Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn.
Bûyîna Îsa Mesîh
(Lûqa 2:1-7)
18Bûyîna Îsa Mesîh jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê Pîroz bizaro ye. 19Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde. 20Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e. 21Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.»#1:21 «Îsa» bi zimanê Îbranî tê maneya «Xwedê xilas dike» an «Xwedê rizgar dike.» 22Ev hemû çêbûn, da ku peyva ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih:
23 # Ji: Îşaya 7:14; 8:8, 10 «Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne.
Û wê navê wî Îmanûêl deynin»
ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»
24Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî. 25Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa danî.

Currently Selected:

Metta 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy