YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 24

24
Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan
(Metta 28:1-10; Marqos 16:1-8; Yûhenna 20:1-10)
1Lê roja pêşî ya heftiyê, hê sibê zû, ew jin hatin ser gorê. Wan giyayên bîhnxweş ên ku amade kiribûn, bi xwe re anîn. 2Wan dît ku kevirê ser gorê ji cihê xwe gindiriye, 3lê gava ew çûn nav wê, wan cesedê Xudan Îsa nedît. 4Gava ew ji ber vê yekê hê şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan. 5Jinan ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: «Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin? 6Ew ne li vê derê ye, ew rabûye. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot: 7‹Divê Kurê Mirov bikeve nav destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sisiyan dîsa rabe.›»
8Û jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe. 9Ew ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her yanzdeh şagirtan û ji hemûyên din re her tişt gotin. 10Yên ku xeber ji Şandiyan re anîn, ev in: Meryema Mejdelanî, Yohana, Meryema diya Aqûb û hinekên din ên ku bi wan re bûn. 11Ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû û wan ji jinan bawer nekir. 12Lê Petrûs rabû ser xwe û bezî ser gorê. Gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî ji kefenan pê ve tu tiştê din nedît. Ew çû mala xwe û li vî tiştê bûyî şaş dima.
Li ser Riya Emwasê
(Marqos 16:12-13)
13De îcar di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî ku navê wî Emwas bû. Ev gund bi qasî yanzdeh kîlometreyan ji Orşelîmê dûr bû. 14Herdu ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn. 15Îcar gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn, Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû. 16Lê çavên wan dihatin girtin, da ku ew wî nas nekin.
17Îsa ji wan re got: «Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?» Ew bi xemgînî rawestan 18û yekî ji wan ku navê wî Klêpas bû, lê vegerand û got: «Ma tu yê bi tenê yî ku li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê di van rojan de çi çêbûye!» 19Wî ji wan pirsî û got: «Çi çêbûye?» Û wan got: «Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî yê ku pêxember bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û li ber tevahiya gel hêzdar bû 20û çawa serekên kahînan û mezinên me, ji bo ku cezayê mirinê bidinê, ew dan dest û wan ew xaç kir? 21Lê me hêvî dikir, ku yê Îsraêl xilas bike, ew e. Ji bilî van hemûyan jî, va ye, îro roja sisiyan e ku ev tişt bûne. 22Bi ser de çend jinên ji nav me em şaş kirin. Ew hê sibê zû li ser gorê bûn, 23û cesedê wî tê de nedîtin. Ew vegeriyan û gotin ku milyaket li ber çavên wan xuyabûn û gotin ku ew dijî. 24Li ser vê yekê hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û çawa ku jinan gotibû, wisa dîtin. Lê wan ew bi xwe nedît.»
25Îsa ji wan re got: «Hey hûn bêhişno! Hûn ên ku bi derengî bi hemû gotinên pêxemberan bawerî tînin! 26Ma nediviya ku Mesîh ev tişt bikişandana û bigihîşta berziya xwe?» 27Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.
28Gava ew nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, Îsa wek ku ewê hê wêvetir biçûya kir. 29Lê wan li ber wî da û jê re gotin: «Li ba me bimîne, çimkî berêvar e û roj li ber ava ye!» Îsa bi wan re çû û derbasî hundir bû, da ku li ba wan bimîne.
30Û gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan. 31Hingê çavên wan vebûn û wan ew nas kir. Lê ew ji ber çavên wan winda bû. 32Wan ji hev re got: «Çaxê ku ew di rê de bi me re dipeyivî û Nivîsarên Pîroz ji me re şîrove dikirin, ma gotinên wî agir bi dilê me nedixistin?» 33Û hema di wê saetê de herdu rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan her yanzdeh şagirt û yên din ên bi wan re li hev civiyayî dîtin. 34Wan ên din digotin: «Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şimûn daye.» 35Wan herduyan jî got ku di rê de çi çêbû û gava ku Îsa nan şikand, wan çawa ew nas kir.
Îsa Xwe Nîşanî Şagirtan Dide
(Metta 28:16-20; Marqos 16:14-18; Yûhenna 20:19-23; Karên Şandiyan 1:6-8)
36Hê ew wisa bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de rawesta û got: «Silamet li ser we be!» 37Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin. 38Îsa ji wan re got: «Çima hûn şaş mane û dudilî ne? 39Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me. Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; çimkî ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin, ez bi goşt û hestî me!» 40Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan. 41Lê wan ji şabûnê hê bawer nekiribû û şaşmayî bûn. Îcar wî ji wan re got: «Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?» 42Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dan wî. 43Wî ew ji destê wan rahişt û li pêş wan xwar. 44Hingê wî ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.»
45Hingê wî hişê wan vekir, da ku ew bikarin Nivîsarên Pîroz fêm bikin. 46Û wî ji wan re got: «Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe 47û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin. 48Hûn şahidên van tiştan in 49û va ye, ezê soza Bavê xwe bişînim ser we. Lê hûn li bajêr bimînin, heta ku hûn ji jor hêzê bistînin.»
Hilkişîna Îsa nav Ezmanan
(Marqos 16:19-20; Karên Şandiyan 1:9-11)
50Îcar wî ew derxistin û birin heta bi Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin. 51Û wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişiya nav ezmên. 52Ew jî perizîn wî û bi şahiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê. 53Û ew her dem di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan.

Currently Selected:

Lûqa 24: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy