YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 8

8
1Îsa jî çû Çiyayê Zeytûnê. 2Serê sibê zû ew dîsa vegeriya Perestgehê, xelk hemû hat ba wî. Ew rûnişt û wî dest pê kir û ew hîn kirin. 3Şerîetzan û Fêrisiyan jineke ku li ser zînayê hatibû girtin anîn û li holê dan rawestandin. 4Wan jê re got: «Mamoste, dema ku vê jinê zîna dikir, hat girtin. 5Di Şerîetê de, Mûsa li me emir kiriye ku em ên weha bidin ber keviran. Îcar tu çi dibêjî?» 6Wan ev ji bo ceribandina Îsa got, da ku wî sûcdar derxin. Lê Îsa xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî. 7Careke din li ser pirsîna wan, wî serê xwe rakir û ji wan re got: «Di nav we de kî bêguneh be, bila kevirê pêşî ew bavêje wê.» 8Û dîsa wî xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî. 9Lê dema ku wan ev bihîst, ji mezinan bigire heta yê paşî yek bi yek derketin. Îsa bi serê xwe ma û jinik jî li wê derê rawestayî bû. 10Îsa serê xwe rakir û ji wê re got: «Sitiyê, ka ew li ku derê ne? Ma kesî tu sûcdar dernexistî?» 11Jinikê got: «Tu kesî, ezxadim!» Û Îsa got: «Ez jî te sûcdar dernaxim; here û êdî ji niha û pê ve gunehan neke.»#8:11 Di hin nivîsaran de 7:53-8:11 tune.
Ronahiya Dinyayê
12Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.» 13Fêrisiyan lê vegerand û gotin: «Tu şahidiya xwe dikî; şahidiya te ne rast e.» 14Îsa bersîv da û ji wan re got: «Eger ez bi xwe şahidiya xwe dikim jî, şahidiya min rast e; çimkî ez dizanim ku ez ji ku derê hatim û diçim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê têm an diçim ku derê. 15Hûn li gor ku çav dibîne dadbar dikin, lê ez tu kesî dadbar nakim. 16Lê eger ez dadbar bikim jî, dadbarkirina min rast e; çimkî ez ne bi tenê me, ez û Bavê ku ez şandime em bi hev re ne. 17Di Şerîeta we de jî hatiye nivîsîn ku şahidiya du kesan rast e.#Dubarekirina Şerîetê 19:15 18Ez şahidiya xwe dikim û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.»
19Li ser vê yekê wan jê pirsî: «Bavê te li ku derê ye?» Îsa bersîva wan da: «Hûn ne min nas dikin ne jî Bavê min. Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira.» 20Îsa ev peyvên ha, çaxê li Perestgehê hîn dikir, li cihê ku lê pere dicivandin gotin, lê kesî ew negirt, çimkî hê saeta wî nehatibû.
Hûn Nikarin Bên Cihê ku Ez Diçimê
21Wî dîsa ji wan re got: «Ez diçim; hûnê li min bigerin û hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.» 22Li ser vê yekê Cihûyan weha got: «Ma ewê xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê›?»
23Îsa ji wan re got: «Hûn ji jêr in, ez ji jor im; hûn ji vê dinyayê ne, lê ez ne ji vê dinyayê me. 24Loma min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.» 25Îcar wan jê pirsî: «Tu kî yî?» Îsa ji wan re got: «Ez tam ew im, yê ku min ji destpêkê ve ji we re gotiye. 26Gelek tişt hene ku ez li ser we bêjim û we sûcdar derxim; lê yê ku ez şandime rastî ye û bi tenê tiştên ku min ji wî bihîstine, ez ji dinyayê re dibêjim.»
27Wî li ser Bav ji wan re got, lê wan fêm nekir. 28Îcar Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûnê bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim. 29Û yê ku ez şandime bi min re ye û wî ez bi tenê nehiştime. Çimkî ez hergav wan karên ku li wî xweş tên, dikim.» 30Dema ku Îsa weha peyivî, gelek kesan bawerî bi wî anî.
Rastî Wê We Azad Bike
31Îsa ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbûn re got: «Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in. 32Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.» 33Wan bersîva wî da: «Em ji dûndana Birahîm in û tu caran em neketine bin nîrê tu kesî. Çawa tu dibêjî: ‹Hûnê azad bibin›?»
34Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, her kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e. 35Xulam her û her di malê de namîne, lê kur her û her dimîne. 36Loma, eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin. 37Ez dizanim ku hûn ji dûndana Birahîm in, lê dîsa jî hûn li kuştina min digerin. Çimkî hûn di dilê xwe de cih nadin peyva min. 38Ez ji tiştên ku min li ba Bavê xwe dîtine dipeyivim û hûn jî tiştên ku we ji bavê xwe bihîstine dikin.»
Zarokên Îblîs
39Wan bersîva Îsa da û jê re got: «Bavê me Birahîm e.» Îsa ji wan re got: «Eger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê kirinên Birahîm bikirana. 40Lê niha hûn li kuştina min – li kuştina wî mirovê rastiya ku ji Xwedê bihîstî ji we re gotiye – digerin. Birahîm ev yek nekir. 41Hûn karên bavê xwe dikin.» Wan ji wî re got: «Em ji zînayê çênebûne! Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye.» 42Îsa ji wan re got: «Eger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikira, çimkî ez ji ba Xwedê hatime û niha ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime. 43Çima hûn tiştên ku ez dibêjim fêm nakin? Ji ber ku hûn peyva min ranagirin. 44Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e. 45Lê ji ber ku ez rastiyê dibêjim, hûn ji min bawer nakin. 46Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min heye? Madem ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin? 47Yê ku ji Xwedê be, gotinên Xwedê dibihîze; ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne, hûn nabihîzin.»
Îsa û Birahîm
48Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Ma heqê me tunebû, dema ku me got, tu ji Sameryayê yî û tu bi cinan ketiyî?» 49Îsa ji wan re got: «Ez bi cinan neketime, bervajiyê vê, ez siyaneta Bavê xwe digirim, lê hûn min bê siyanet dikin. 50Ez li rûmeta xwe nagerim, lê yekî ku lê digere û dîwanê dike heye. 51Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, eger yek gotina min bigire, ew tu caran mirinê nabîne.» 52Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Niha em dizanin ku tu bi cinan ketiyî! Birahîm jî mir, pêxember jî mirin. Û niha tu dibêjî: ‹Eger yek gotina min bigire, tu caran mirinê tam nake.› 53Nexwe tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew mir. Pêxember jî mirin. Ma tu xwe kî dibînî?»
54Îsa bersîv da: «Eger ez rûmetê bidim xwe, rûmeta min ne tiştek e; yê ku rûmetê dide min Bavê min e ku hûn jê re dibêjin: ‹Ew Xwedayê me ye.› 55Hûn wî qet nas nakin, lê ez wî nas dikim. Eger min bigota ku ez wî nas nakim, ez jî wek we dibûm derewker; lê ez wî nas dikim û gotina wî digirim. 56Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû.» 57Cihûyan jê re got: «Hê tu ne pêncî salî yî! Ma te Birahîm jî dîtiye?» 58Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Birahîm ez heme.»#Derketin 3:13-14 59Îcar wan kevir hildan, da ku bavêjin wî, lê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê derket derve.

Currently Selected:

Yûhenna 8: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy