YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 4

4
Ava Jiyana Herheyî û Perizîna bi Ruh û Rastiyê
1Dema Îsa hîn bû ku Fêrisiyan bihîstiye, wî ji Yûhenna bêtir şagirt civandine û bi avê imad dike 2– lê belê ne Îsa bi xwe, bi tenê şagirtên wî imad dikirin – 3ew ji Cihûstanê derket û dîsa çû Celîlê.
4Di dema rêwîtiyê de diviya ku ew di Sameryayê re derbas bibe. 5Ew hat bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî wê zeviyê bû ku Aqûb dabû kurê xwe Ûsiv. 6Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa wisa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû.
7Jineke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: «Avê bide min ez vexwim.» 8Şagirtên wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin. 9Jinika Samerî jê re got: «Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.» – Tu têkiliya Cihûyan bi Sameriyan re tune. – 10Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.» 11Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu pê avê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê bînî? 12Ma tu ji bavê me Aqûb mezintir î, ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.» 13Îsa bersîv da û jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe. 14Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.» 15Jinikê jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim.»
16Îsa lê vegerand û jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.» 17Jinikê bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.» Îsa jê re got: «Te rast got ku mêrê te tune, 18çimkî pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.» 19Jinikê jê re got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î. 20Bav û kalên me li vî çiyayî perizîn, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.» 21Îsa jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê biperizin Bav. 22Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin, çimkî xilasî ji Cihûyan tê. 23Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî. 24Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.» 25Jinikê jê re got: «Ez dizanim ku Mesîh» – yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin – «wê bê û gava ku ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.» 26Îsa jê re got: «Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»
27Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?» 28Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got: 29«Werin, wî mirovî bibînin, ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?» 30Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin.
31Di vê navê de şagirtên wî jê lava dikirin û digotin: «Mamoste, tiştekî bixwe!» 32Lê Îsa ji wan re got: «Xwarineke min a ku hûn pê nizanin heye.» 33Şagirtan ji hevdû pirsî: «Gelo kesekî jê re xwarin aniye?»
34Îsa ji wan re got: «Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim. 35Ma hûn bi xwe nabêjin: ‹Hê ji dema dirûnê re çar meh hene›. Va ye, ez ji we re dibêjim, çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin. 36Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber dicivîne, da hem ê ku diçîne û hem ê ku didirû bi hev re dilgeş bibin. 37Çimkî li vir peyva ‹Yek diçîne û yek didirû› rast e: 38Min hûn şandin, da ku hûn zeviya ku hûn di ber de nexebitîne bidirûn; hinekên din di ber de xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin.»
Xelkê Sameryayê Baweriyê bi Îsa Tînin
39Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: «Hemû tiştên ku min berê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi Îsa anîn. 40Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava kirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma. 41Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn 42û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.»
Îsa Kurê Karmendekî Qenc Dike
(Metta 8:5-13; Lûqa 7:1-10)
43Piştî van herdu rojan Îsa ji wir çû Celîlê. 44Îsa bi xwe bûbû şahid ku siyaneta pêxemberekî li welatê wî tune. 45Îcar dema ku ew hat Celîlê, Celîliyan ji dil ew qebûl kir. Çimkî ew bi xwe jî li Orşelîmê beşdarî Cejna Derbasbûnê bûbûn û tiştên ku wî kiribûn, dîtibûn.
46Ew dîsa hat Qenaya Celîlê ku wî lê av kiribû şerab. Li wir karmendekî padîşah hebû ku kurê wî li Kefernahûmê nexweş bû. 47Dema wî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîlê, ew hat ba Îsa û jê lava kir ku kurê wî qenc bike; çimkî ew li ber mirinê bû. 48Îsa ji wî re got: «Heta ku hûn nîşan û karên mezin nebînin, hûn qet bawer nakin.» 49Karmendê padîşah jê re got: «Ezbenî, beriya ku kurikê min bimire, xwe bigihîne ser.» 50Îsa lê vegerand û got: «Here, kurê te dijî.» Mirov bi peyva ku Îsa jê re gotibû bawer kir û çû. 51Hê ew negihîştibû jêr, xulamên wî hatin pêşiya wî û jê re gotin: «Kurê te dijî.» 52Îcar wî ji xulamên xwe pirsî, ka kurê wî di kîjan saetê de ber bi qencbûnê ve çûye. Wan jê re got: «Duh piştî nîvro saet di yekê de, tayê ew berda.» 53Hingê bavê kurik fêm kir ku tam di wê saetê de Îsa jê re gotibû: «Kurê te dijî.» Îcar wî û tevahiya maliyên wî bawerî anîn. 54Ev nîşana diduyan bû ku çaxê Îsa ji Cihûstanê hatibû Celîlê çêkir.

Currently Selected:

Yûhenna 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy