YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 3

3
Îsa û Nîkodêmos
1Bi navê Nîkodêmos mirovek ji Fêrisiyan hebû ku serekekî Cihûyan bû. 2Ev mirov bi şev hat ba Îsa û jê re got: «Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji ba Xwedê hatiyî, çimkî ew nîşanên ku tu çêdikî, eger Xwedê ne pê re be, tu kes nikare bike.»
3Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya Xwedê bibîne.» 4Nîkodêmos jê pirsî: «Ma mirovekî ku pîr be çawa dikare ji nû ve çêbe? Ma dikare careke din bikeve malzaroka diya xwe û çêbe?» 5Îsa bersîva wî da: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku mirov ji avê û ruh çênebe, nikare bikeve Padîşahiya Xwedê. 6Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e. 7Li peyva ku min ji te re got: ‹Divê hûn ji nû ve çêbin›, şaş nemîne. 8Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Tu dengê wê dibihîzî, lê tu nizanî ku ew ji ku derê tê û bi ku derê ve diçe; her kesê ku ji Ruh çêdibe weha ye.»#3:8 Bi zimanê Yewnanî peyva ji bo «Ruh» û ji bo «bayê» yek e.
9Nîkodêmos jê re got: «Ev tişt çawa dikare çêbe?» 10Îsa lê vegerand û got: «Tu mamosteyê Îsraêl î jî û tu van tiştan nizanî? 11Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, tiştê ku em dizanin, em dibêjin, tiştê ku me dîtiye em şahidiya wî dikin; lê hûn şahidiya me qebûl nakin. 12Min tiştên li ser erdê ji we re got û hûn bawer nakin. Nexwe eger ez tiştên li ezmanan bêjim, hûnê çawa bawer bikin? 13Ji bilî Kurê Mirov ê ku ji ezmên hatiye, tu kes derneketiye ezmên. 14Çawa ku Mûsa li çolê mar bilind kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin, 15da her kesê ku baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe.»
16Çimkî Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe. 17Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe. 18Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê Xwedê yê yekta neaniye. 19Dîwanbûn bi vî awayî ye: Ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, çimkî kirinên wan xerab bûn. 20Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin. 21Lê yê ku rastiyê dike, tê ber ronahiyê, da kifş bibe ku kirinên wî ji Xwedê ne.
Îsa û Yûhennayê Imadkar
22Piştî vê yekê Îsa û şagirtên xwe çûn herêma Cihûstanê. Îsa li wê derê bi wan re dima û imad dikir. 23Yûhenna bi xwe jî li Eynona nêzîkî Salîmê imad dikir, çimkî li wê derê pirr av hebû. Mirov dihatin wê derê û imad dibûn. 24–Hingê hê Yûhenna neavêtibûn zîndanê.–
25Îcar di navbera şagirtên Yûhenna û Cihûyekî de, li ser pirsa adetên paqijiyê munaqeşeyek derket. 26Îcar ew hatin ba Yûhenna û jê re gotin: «Mamoste, ew kesê ku li wî aliyê Çemê Urdunê bi te re bû û te jê re şahidî kir, va ye, ew bi xwe imad dike û hemû kes diçin ba wî.»
27Yûhenna bersîv da û got: «Eger ji yekî re ji ezmên neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne. 28Hûn bi xwe ji min re şahid in ku min gotiye: ‹Ez ne Mesîh im, lê ez di pêşiya wî de hatime şandin.› 29Bûk ji bo kê be zava ew e. Lê destbirayê zavê yê ku rawestayî ye û dengê zavê dibihîze, bi dengê wî gelek şa dibe. Îcar ev şabûna min niha temam bûye. 30Ji wî re mezinbûn, ji min re biçûkbûn divê.
Yê ku ji Ezmanan Tê
31«Yê ku ji jorê hatiye di ser hemûyan re ye. Yê ku ji erdê ye, ji erdê dipeyive; lê yê ku ji ezmên hatiye, di ser hemûyan re ye. 32Wî çi dîtibe û çi bihîstibe şahidiya wan dike, lê tu kes şahidiya wî qebûl nake. 33Yê ku şahidiya wî qebûl dike, mor dike ku Xwedê rast e. 34Yê ku Xwedê ew şandiye, ew bi gotina Xwedê dipeyive, çimkî Xwedê Ruh bêsînor dide wî. 35Bav ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî. 36Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.»

Currently Selected:

Yûhenna 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy