YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 18

18
Girtina Îsa
(Metta 26:47-56; Marqos 14:43-50; Lûqa 22:47-53)
1Piştî ku Îsa ev tişt gotin, bi şagirtên xwe ve derbasî aliyê din ê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçeyek hebû. Îsa û şagirtên xwe ketinê. 2Cihûdayê ku ew da dest jî ev cih dizanibû, çimkî Îsa û şagirtên xwe gelek caran li wir li hev diciviyan. 3Îcar Cihûda komeke leşker û hin parêzgerên ku Fêrisî û serekên kahînan şandibûn, bi fanos, xetîre û çekan ve bi xwe re anîn û hat wê derê. 4Îsa hemû tiştên ku wê bihatana serê wî dizanibû. Îcar derket pêş û ji wan re got: «Hûn li kê digerin?» 5Wan lê vegerand û gotin: «Li Îsayê Nisretî!» Îsa ji wan re got: «Ez ew im.»
Cihûdayê ku Îsa da dest jî bi wan re bû. 6Gava ku Îsa ji wan re got: «Ez ew im!» ew ber bi paş ve çûn û ketin erdê. 7Wî dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kê digerin?» Wan got: «Li Îsayê Nisretî.»
8Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got ku ez ew im; madem hûn li min digerin, bihêlin bila evên ha herin.» 9Wî ev got, da ew peyva ku wî gotibû bê cih: «Ji yên ku te dane min, min yek ji wan winda nekir.»#Yûhenna 6:39
10Hingê Şimûn-Petrûs şûrê ku pê re bû kişand û daweşand xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir. Navê xulam Malxos bû. 11Îsa ji Petrûs re got: «Şûrê xwe bixe kalan! Ma ez wê kasa tehl a ku Bav daye min venaxwim?»
Li ber Serokkahîn
(Metta 26:57-58; Marqos 14:53-54; Lûqa 22:54)
12Piştî vê yekê koma leşkeran û serdarê wan û parêzgerên Cihûyan Îsa girtin û girêdan. 13Pêşî ew birin ba Henanê ku xezûrê Qeyafa bû. Qeyafa Serokkahînê wê salê bû. 14Ew Qeyafa bû yê ku şîreta «Di oxira gel de mirina yekî ji bo me çêtir e» li serekên Cihûyan kiribû.
Înkarkirina Petrûs
(Metta 26:69-70; Marqos 14:66-68; Lûqa 22:55-57)
15Şimûn-Petrûs û şagirtekî din li pey Îsa diçûn. Ji ber ku ev şagirt nasê Serokkahîn bû, ew bi Îsa re ket hewşa Serokkahîn. 16Lê Petrûs li derve, li ber derî rawestabû. Îcar şagirtê ku nasê Serokkahîn bû derket derve û bi dergehvanê re peyivî û Petrûs anî hundir. 17Ew keçika dergehvan ji Petrûs pirsî: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên vî mirovî yî?» Petrûs got: «Na, ne ez im.»
18Di vê navê de xizmetkar û parêzger li ber agirê ku ji komirê vêxistibûn, rawestabûn û xwe germ dikirin, çimkî dinya sar bû. Petrûs jî li ba wan rawestabû û xwe germ dikir.
Pirskirina Serokkahîn
(Metta 26:59-66; Marqos 14:55-64; Lûqa 22:66-71)
19Hingê Serokkahîn, Îsa li ser şagirtên wî û hînkirina wî kişand pirsyariyê. 20Îsa bersîv da û got: «Ez bi eşkereyî bi xelkê re peyivîm. Min herdem li kinîştan û li Perestgeha ku hemû Cihû lê diciviyan hîn dikir. Min tu tişt bi dizî negot. 21Tu çima min dikişînî pirsyariyê? Ji yên ku ez bihîstime bipirse, ka min ji wan re çi gotiye; ew dizanin ku min çi gotiye.»
22Dema ku Îsa weha peyivî, yek ji parêzgerên ku li wê derê disekinîn sîleyek lê xist û got: «Çawa tu bersîva Serokkahîn weha didî?» 23Îsa lê vegerand û got: «Eger min ne rast gotibe, nerastiya min bêje. Lê eger ez rast dibêjim, tu çima li min dixî?» 24Hingê Henan ew girêdayî şand ba Qeyafayê Serokkahîn.
Petrûs Dîsa Îsa Înkar Dike
(Metta 26:71-75; Marqos 14:69-72; Lûqa 22:58-62)
25Di vê navê de Şimûn-Petrûs hê rawestabû, xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî?» Wî ev înkar kir û got: «Na, ne ez im.» 26Yek ji xizmetkarên Serokkahîn, mirovê wî yê ku Petrûs guhê wî birrîbû, jê pirsî: «Ma min tu di nav baxçe de bi wî re nedîtî?» 27Petrûs dîsa ev înkar kir û di wê gavê de dîk bang da.
Li ber Pîlatosê Walî
(Metta 27:1-2, 11-14; Marqos 15:1-5; Lûqa 23:1-5)
28Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin. 29Loma Pîlatos derket derve, hat ba wan û pirsî: «Hûn vî mirovî bi çi sûcdar dikin?»
30Wan bersîva wî da û got: «Eger ev ne mirovekî xerabkar bûya, me ew teslîmî te nedikir.» 31Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin û li gor Şerîeta xwe dîwana wî bikin.» Cihûyan lê vegerand û gotin: «Destûra me tune ku em tu kesî bikujin.» 32Ev çêbû, da ku gotina Îsa ku pê îşaret kiribû, ka ewê bi mirineke çawa bimire, bê cih.
33Hingê Pîlatos dîsa ket qesra walî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Ma tu Padîşahê Cihûyan î?» 34Îsa lê vegerand û got: «Tu vê ji ber xwe dibêjî an hinekên din ev yek li ser min ji te re gotine?»
35Pîlatos got: «Ma ez Cihû me? Miletê te bi xwe û serekên kahînan tu dayî destê min. Te çi kiriye?» 36Îsa bersîv da û got: «Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye; eger padîşahiya min ji vê dinyayê bûya, ji bo ku ez nekevim destê Cihûyan, xizmetkarên min wê li ber xwe bidana. Lê padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye.»
37Pîlatos jî jê re got: «Nexwe tu padîşah î?» Îsa bersîv da û got: «Tu ji bo min dibêjî ku ez padîşah im. Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê, da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim. Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»
38Pîlatos jê pirsî: «Ma rastî çi ye?»
Îsa Cezayê Mirinê Distîne
(Metta 27:15-31; Marqos 15:6-20; Lûqa 23:13-25)
Piştî vê pirsê, Pîlatos dîsa çû derve ba Cihûyan û ji wan re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina wî nabînim. 39Lê adeta we ye ku ez di Cejna Derbasbûnê de yekî girtî ji bo we berdim. Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?»
40Li ser vê yekê wan bi qîrîn got: «Ne vî mirovî, lê Barabas berde!» Barabas jî serhildêrek bû.

Currently Selected:

Yûhenna 18: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy