YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 15

15
Mêwa Rastîn
1«Ez mêwa rastîn im, Bavê min jî rezvan e. 2Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire; her şivika ku fêkî dide jî, ji bo ku bêtir fêkî bide dikezixîne û paqij dike. 3Bi gotina ku min ji we re got, ji xwe hûn paqij in. 4Bi min re bimînin, ez jî bi we re. Çawa ku şivik bi mêwê ve nemîne ji ber xwe nikare fêkî bide, hûn jî wisa bi min re nemînin hûn nikarin fêkî bidin.
5«Ez mêw im, hûn jî şivik in. Yê ku bi min re dimîne û ez bi wî re dimînim, ew gelek fêkî dide. Çimkî bêyî min hûn nikarin tu tiştî bikin. 6Eger yek bi min re nemîne, wê wek şivika mêwê bê avêtin derve û hişk bibe. Hingê ew tên civandin, tên avêtin nav êgir û dişewitin. 7Eger hûn bi min re bimînin û gotinên min li ba we bimînin, hûn her çi dixwazin bixwazin, wê ji we re bê dayîn. 8Bi zêde fêkî dayina xwe û bi şagirtbûna min, hûnê bavê min bi rûmet bikin.
9«Wek ku Bav ji min hez dike, ez jî wisa ji we hez dikim. Di hezkirina min de bimînin. 10Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin; çawa ku min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim. 11Min ev tişt ji we re gotin, da ku şabûna min bi we re be û şabûna we temam bibe. 12Emrê min ev e: Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir. 13Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe dide. 14Eger hûn tiştên ku min li we emir kirin bînin cih, hûn dostên min in. 15Êdî ez ji we re nabêjim ‹xulam›; çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Ez ji we re dibêjim ‹dostên min›; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn. 16Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin û kifş kirin, da ku hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we. 17Emrê min ji bo we ev e: Ji hevdû hez bikin.
Dijminahiya Dinyayê
18«Eger dinya ji we nefret bike, bizanin ku beriya we, ji min nefret kiriye. 19Eger hûn ji dinyayê bûna, dinyayê wê ji yên xwe hez bikira. Lê ji bo ku min hûn ji dinyayê hilbijartine, hûn ne ji dinyayê ne. Ji ber vê yekê dinya ji we nefret dike. 20Peyva ku min ji we re got bînin bîra xwe: ‹Xulam ne di ser axayê xwe re ye.› Eger wan tengahî dabe min, wê tengahiyê bidin we jî. Eger wan gotina min girtibe, wê gotina we jî bigirin. 21Lê van hemû tiştan wê ji ber navê min bi we bikin, çimkî ew, wî yê ku ez şandime nas nakin.
22«Eger ez nehatama û min ji wan re negota, gunehên wan wê tunebûya. Lê niha ji bo guneh hêceta wan tune. 23Yê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike. 24Karên ku tu kesî nekirine, eger min di nav wan de nekiribana, wê gunehên wan tunebûya. Lê niha wan dît û dîsa hem ji min hem jî ji Bavê min nefret kirin. 25Lê belê ev yek çêbû, da ev gotina ku di Şerîeta wan de hatiye nivîsîn, bê cih:
«Wan bê sedem ji min nefret kir.»#Ji: Zebûr 35:19; 69:4
26«Çaxê Alîkarê ku ezê ji ba Bav ji we re bişînim, ew Ruhê Rastiyê yê ku ji ba Bav derdikeve bê, ewê ji bo min şahidiyê bike. 27Hûn jî, hûnê şahidiyê bikin, çimkî ji destpêkê ve hûn bi min re bûne.

Currently Selected:

Yûhenna 15: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy