YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 13

13
Nefsbiçûkiya Îsa
1Îcar beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa dizanibû saeta wî ya ku vê dinyayê berde û here ba Bav hatiye. Wî ji hemûyên xwe yên li dinyayê hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir.#13:1 Weha jî tê fêmkirin: «temam», yanî «bê kêmahî ji wan hez kir.» 2Di dema xwarina şîva êvarê de, ji xwe hingê Îblîs xistibû dilê Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî, ku Îsa bide dest. 3Îsa dizanibû ku Bav hemû tişt daye destên wî û ew ji ba Xwedê hatiye û ewê dîsa vegere ba Xwedê. 4Îcar ji ser xwarinê rabû, xiftanê xwe danî aliyekî û pêşgîrek hilda, li pişta xwe pêça. 5Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir û ew bi pêşgîra li pişta xwe pêçayî ziwa kirin. 6Îcar ew hat ba Şimûn-Petrûs, Şimûn-Petrûs jê re got: «Ya Xudan, ma tê lingên min bişoyî?» 7Îsa lê vegerand û got: «Niha tu fêm nakî ez çi dikim, lê paşê tê fêm bikî.» 8Petrûs jê re got: «Tu caran tu lingên min naşoyî!» Îsa bersîva wî da: «Eger ez te neşom, para te bi min re tune.» 9Şimûn-Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, nexwe ne bi tenê lingên min, lê dest û serê min jî bişo!» 10Îsa jê re got: «Yê ku hatiye şuştin, ji bilî lingên wî, ne hewce ye ku dereke wî ya din bê şuştin. Ew bi tevahî paqij e. Hûn jî paqij in, lê ne hûn hemû.» 11Çimkî Îsa dizanibû kî wê wî bide dest, ji ber vê yekê wî got: «Ne hûn hemû paqij in.»
12Piştî ku wî lingên wan şuştin, xiftanê xwe li xwe kir û dîsa li ser sifrê rûnişt. Wî ji wan pirsî: «Ma hûn dizanin ku min ji bo we çi kir? 13Hûn ji min re dibêjin ‹Mamoste› û ‹Xudan› û hûn rast dibêjin, çimkî ez ew im. 14Eger bi ser ku ez Xudan û Mamoste me jî, min lingên we şuştin, divê hûn jî lingên hevdû bişon. 15Min mînakek da we, da ku çawa min ji we re kir, hûn jî wisa bikin. 16Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, xulam ne di ser axayê xwe re ye, ne jî yê ku hatiye şandin, di ser ê ku ew şandiye re ye. 17Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin.
Îsa Girtina Xwe Dide Zanîn
(Metta 26:20-25; Marqos 14:17-21; Lûqa 22:21-23)
18«Ez ji bo we hemûyan nabêjim; ez dizanim min kî hilbijartine. Lê divê ew nivîsar bê cih:
‹Yê ku nanê min xwar
Pehniya xwe li hember min rakir.›#Ji: Zebûr 41:9
19«Ez van niha, beriya ku bibin ji we re dibêjim. Wisa ku dema ew bibin, hûn bawer bikin ku ez ew im. 20Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku wî kesê ez dişînim, qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl bike, wî yê ku ez şandime qebûl dike.»
21Piştî ku Îsa ev tişt gotin, di ruh de gelek reht bû; wî şahidî kir û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest.»
22Şagirtan li hevdû nêrî û heyirîn, ka ew li ser kê dibêje. 23Yekî ji şagirtên wî, yê ku Îsa jê hez dikir, pala xwe dabû singê Îsa. 24Şimûn-Petrûs ji wî re îşaret kir û got: «Bipirse, ka li ser kê dibêje.» 25Wî jî pala xwe dabû singê Îsa, pirsî: «Ya Xudan, kî ye ew?»
26Îsa bersîv da û got: «Ez pariyê nên li xwarinê bixim û bidim kê ew e.» Di pey de wî pariyek nan hilda, li xwarinê xist û da Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî. 27Piştî ku Cihûda pariyê nên stand, Îblîs ket dilê wî. Îsa ji wî re got: «Tiştê ku tê bikî, niha zû bike.» 28Lê tu kesî ji yên ku li ser sifrê rûdiniştin, fêm nekir ku wî çima weha got. 29Ji ber ku xelîtka peran bi Cihûda re bû, hinan ji wan guman dikir ku Îsa dibêje: «Tiştên ku ji bo cejnê ji me re lazim in bikirre», an: «Tiştekî bide belengazan.» 30Gava ku Cihûda pariyê nên stand, di cih de derket derve. Û şev bû.
Emrekî Nû: Ji Hevdû Hez Bikin
31Piştî ku ew derket derve, Îsa got: «Niha Kurê Mirov hat birûmetkirin û Xwedê jî bi wî hat birûmetkirin. 32Eger Xwedê bi wî hat birûmetkirin, Xwedê jî wê wî bi xwe bi rûmet bike. Hem jî wê wî di cih de bi rûmet bike. 33Zarono! Ez hê demeke kurt bi we re me. Hûnê li min bigerin, lê wek ku min ji Cihûyan re got, niha ez ji we re jî dibêjim, hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.
34«Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. 35Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin.»
Îsa Dizane ku Petrûs Wê Wî Înkar Bike
(Metta 26:31-35; Marqos 14:27-31; Lûqa 22:31-34)
36Şimûn-Petrûs jê pirsî: «Ya Xudan, tu bi ku derê ve diçî?» Îsa bersîva wî da: «Cihê ku ez diçimê, niha tu nikarî li pey min bêyî, lê paşê tê li pey min bêyî.» 37Petrûs jê re got: «Ya Xudan, çima ez niha nikarim li pey te bêm? Ezê ji bo te canê xwe bidim.» 38Îsa bersîva wî da: «Ma tê ji bo min canê xwe bidî? Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, hê dîk bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.

Currently Selected:

Yûhenna 13: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy