YouVersion Logo
Search Icon

Îbranî 1

1
Kur di ser Milyaketan re Ye
1Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan, bi rêberiya pêxemberan ji bav û kalan re gotiye. 2Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî. 3Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt. 4Navê ku wî mîras standiye ka çiqas di ser yê milyaketan re ye, ew jî ewqas ji wan bilindtir bû.
5Çimkî ma Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
«Tu Kurê min î,
Îro tu ji min re bûyî.»
An jî:
«Ezê ji wî re bibim Bav
Û ewê ji min re bibe Kur.»#Ji: Zebûr 2:7; Samûêl II, 7:14
6Îcar çaxê Xwedê yê nixurî anî dinyayê, weha got:
«Bila hemû milyaketên Xwedê biperizin wî.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:43; Zebûr 97:7
7Ji bo milyaketan jî Xwedê dibêje:
«Ew milyaketên xwe dike ba
Û xizmetkarên xwe dike pêta êgir.»#Ji: Zebûr 104:4
8Lê ji bo Kur ew weha dibêje:
«Ya Xwedê, textê te herheyî û heta hetayê ye.
Gopalê padîşahiya te gopalê dadperweriyê ye.
9Te ji rastiyê hez kir û ji neheqiyê nefret kir,
Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te,
Tu bi rûnê şahiyê ji hevalên te bêtir bilind kirî.»#Ji: Zebûr 45:6-7
10Û li dereke din:
«Ya Xudan, di destpêkê de
Te bingeha erdê danî
Û ezman jî karên destê te ne.
11Ewê wêran bibin, lê tê bimînî,
Ew hemû wê wek cilan kevin bibin.
12Tê wan wek xiftan li hev bipêçî û
Ewê wek cilan bên guhertin.
Lê tu hergav eynî yî
Û salên te xilas nabin.»#Ji: Zebûr 102:25-27
13Lê Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
«Li milê min ê rastê rûne,
Heta ku ez dijminên te
Bikim pêgeha lingên te.»#Ji: Zebûr 110:1
14Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?

Currently Selected:

Îbranî 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy