YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna II, 1

1
Silav
1Ji vî rihspiyî,
ji sitiya bijartî û zarokên wê re, ji yên ku ez bi rastiyê ji wan hez dikim re. Ne tenê ez, lê hemû yên ku rastiyê dizanin jî ji wan hez dikin. 2Çimkî rastî di dilê me de dimîne û wê her û her bi me re be:
3Rehm, kerem û aştî ji Bav Xwedê û ji Kurê Bav Îsa Mesîh, di rastî û hezkirinê de wê li ser me be.
Rastî û Hezkirin
4Min dît ku hin zarokên te li gor emrê ku me ji Bav standiye, di rastiyê de rêve diçin û ez bi vê yekê gelek şa bûm. 5Lê niha, sitiya delal, ne wek ku emrekî nû ez ji te re dinivîsim, lê li gor emrê ku ji destpêkê ve li me hatiye kirin, ez ji te hêvî dikim ku em ji hevdû hez bikin.#Yûhenna 13:34; 15:12, 17 6Îcar hezkirin ev e ku em li gor emrên wî rêve herin. Wek ku we ji destpêkê ve bihîstiye, emir ev e ku hûn di hezkirinê de rêve herin.#Yûhenna I, 5:3
7Gelekên ku xelkê dixapînin, li dinyayê belav bûn. Ew eşkere nakin ku Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye. Yê ku xapînok e û dijberê Mesîh e, ev e. 8Hay ji xwe hebin, da ku hûn tiştê ku we di ber de keda xwe daye winda nekin, lê xelata xwe bi tevahî bistînin. 9Her kesê ku zêde diçe û di hînkirina Mesîh de namîne, di dilê wî de Xwedê tune. Di dilê wî yê ku di hînkirina Mesîh de dimîne, hem Bav û hem jî Kur heye. 10Eger yek bê ba we û vê hînkirinê neyne, wî nehewînin malê û silavê nedinê. 11Çimkî, kî silavê bide wî, dibe hevparê kirinên wî yên xerab.
Gotinên Dawî û Silav
12Hê gelek tiştên ku ez ji we re binivîsim hene, lê min nexwest ku ez bi kaxez û bi hibrê binivîsim. Ez hêvî dikim ku ez bêm ba we û rû bi rû bi we re bipeyivim, da ku şahiya me temam bibe. 13Zarokên xwişka te ya bijartî silavan li te dikin.

Currently Selected:

Yûhenna II, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy