YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos I, 1

1
Silav
1Ji Pawlosê ku li gor emrê Xilaskarê me Xwedê û Mesîh Îsa yê ku hêviya me ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye,
2ji Tîmotêyos re, yê ku di baweriyê de kurê min ê rast e:
Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa rehm, kerem û aştî li ser te be.
Hişyarkirina li hember Hînkirinên Şaş
3Gava ez diçûm Mekedonyayê, min zor da te, ku tu li Efesê bimînî, da ku tu tembîhê bidî hinekan, ku hîndariyên dijber hîn nekin 4û xwe nedin çîrok û navnameyên malbatî yên ku dawiya wan nayê. Ew ji pêkanîna karê Xwedê yê ku bi baweriyê ye zêdetir, dibin sedemê devjeniyan. 5Lê armanca tembîhê ew hezkirin e ku ji dilekî paqij, wijdaneke qenc û ji baweriya bêdurûtî tê. 6Hinek, ji van tiştan varî bûn û ketin pey gotinên pûç. 7Ew dixwazin bibin mamosteyên Şerîetê, lê ew bi xwe nizanin ku çi dibêjin û ne jî wan tiştên ku didin pêş fêm dikin.
8Em vê dizanin: Eger mirovek Şerîetê bi awayê rast bi kar bîne, Şerîet qenc e. 9Em dizanin ku Şerîet ne ji bo yên rast tê dayîn, lê ji bo yên neheq û serhişkan, ji bo jixwedênetirs û gunehkaran, ji bo nepaqij û nepakan, ji bo dêkuj û bavkujan, ji bo mêrkuj û 10fuhûşkaran, ji bo qûngê û dizên mirovan, ji bo derewkar û yên ku bi derew sond dixwin û ji bo her tiştê din ê ku li hember hîndariya saxlem radibe, tê dayîn.#1:10 Dizên mirovan: Yên ku mirovan digirin û difiroşin, da ku wan bikin xulamên dewlemendan. 11Ev yek li gor Mizgîniya birûmet a Xwedayê pîroz a ku li min hatiye spartin, weha ye.
Rehma Xwedê
12Ez ji Xudanê me Mesîh Îsa re şikir dikim ê ku hêz daye min, çimkî wî ez dilsoz hesab kirim û ez danîm ser vê xizmetê. 13Bi ser ku min berê çêrî wî dikir, ez cefaker û kustax bûm, rehm li min hat kirin, çimkî min di bêbaweriyê de bi nezanî kir.#Karên Şandiyan 8:3; 9:4-5 14Kerema Xudanê me bi wê bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye li ser min zêde bû. 15Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye, ku dibêje: «Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike» û ji wan ê herî gunehkar ez im. 16Îcar rehm li min hat kirin ku Mesîh Îsa, li ser gunehkarekî wek min xerab, sebra xwe ya herheyî nîşan bide, da ku ez bibim mînaka wan ên ku wê ji bo jiyana herheyî baweriya xwe bi wî bînin. 17Îcar ji wî Padîşahê herheyî yê ku namire û li çavan xuya nabe, ji Xwedayê tenê re her û her hurmet û rûmet be! Amîn.
18Ey kurê min Tîmotêyos, ez li gor wan pêxemberîtiyên ku ji pêşî ve li ser te hatibûn kirin, vê tembîhê dispêrim te, da ku tu bi wan tekoşîna qenc bikî 19û baweriyê û wijdana qenc biparêzî. Hinekan guh nedan dengê wijdanê, di aliyê baweriyê de xewirîn û çûn. 20Hîmenayos û Skender ji van in, min ew dan destê Îblîs, da ku ew hîn bibin çêrî Xwedê nekin.

Currently Selected:

Tîmotêyos I, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy