YouVersion Logo
Search Icon

Selanîkî I, 1

1
Silavkirin
1Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotêyos,
ji civîna bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bav Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e:
Kerem û aştî li ser we be.
Baweriya Qenc a Selanîkiyan
2Em hergav ji bo we hemûyan ji Xwedê re şikir dikin û di nav duayên xwe de bê rawestin we tînin bîra xwe. 3Em li ber Bavê xwe Xwedê kirinên we yên ji baweriya we, keda we ya ji hezkirinê û ragirtina we ya ji hêviya ku bi Xudanê me Îsa Mesîh e, tînin bîra xwe. 4Ya birayên ku hezkiriyên Xwedê ne, em dizanin ku wî hûn bijartin, 5çimkî Mizgîniya me ne tenê bi peyvê, lê belê bi hêzê, bi Ruhê Pîroz û bi piştrastiyeke mezin gihîşt we. Hûn dizanin ku em ji bo we, di nav we de mirovên çawa bûn. 6Û hûn bûn mirovên ku mîna me û mîna Xudan dikin; we di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz peyv qebûl kir.#Karên Şandiyan 17:5-9 7Bi vî awayî hûn ji bo hemû bawermendên Mekedonya û Axayayê bûn mînak. 8Çimkî peyva Xudan ji nav we derket û ne bi tenê di nav Mekedonya û Axayayê de belav bû, lê belê baweriya we ya bi Xwedê gihîşt her cihî, wisa ku êdî ne hewce ye ku em tiştekî ser ve zêde bikin. 9Çimkî ew li ser me dibêjin, ka we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pûtan li Xwedê vegeriyane, ku hûn xulamtiyê ji Xwedayê jîndar û rast re bikin 10û li hêviya hatina Kurê wî ya ji ezmanan bin. Ev, ew Îsa ye, ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye û ew e yê ku me ji xezeba ku tê xilas dike.

Currently Selected:

Selanîkî I, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy