YouVersion Logo
Search Icon

Petrûs I, 1

1
Silav
1Ji Şandiyê Îsa Mesîh Petrûs,
ji xerîbên belavbûyî yên li herêmên Pontos, Galatya, Kepedokya, Asya û Bîtînyayê re, 2yên ku li gor pêşzanîna Bav Xwedê hatine bijartin û ji aliyê Ruh ve hatine pîrozkirin, da ku bi ya Îsa Mesîh bikin û xwîna wî li ser wan bê reşandin:
Kerem û aştî li ser we zêde bibe.
Hêviya Jîndar
3Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî li gor rehma xwe ya mezin em ji nû ve zayandin. Bi vejîna Îsa Mesîh a ji nav miriyan, wî em gihandin hêviyeke jîndar 4û mîraseke ku narize, bêleke ye û naçilmise. Ev mîras li ezmanan ji bo we hilanî ye. 5Îcar hûn bi hêza Xwedê bi riya baweriyê, ji bo xilasbûna ku amade ye di wextê dawî de bê eşkerekirin, tên parastin. 6Hûn bi vê yekê gelek şa ne, her çiqas niha divê ku hûn ji bo demeke kurt bi ceribandinên cûr bi cûr xemgîn bibin jî. 7Ew tên, da ku hêjabûna baweriya we kifş bibe û çaxê ku Îsa Mesîh xuya bibe ji we re bibe pesin, rûmet û serbilindî. Bi ser ku zêr tune dibe û diçe, dîsa di êgir de tê helandin. Û baweriya we ji zêr gelek hêjatir e. 8We ew nedîtiye, lê hûn ji wî hez dikin; niha hûn wî nabînin, lê dîsa jî hûn baweriyê bi wî tînin û hûn bi şabûneke ku nayê gotin dilşa dibin. 9Çimkî hûn di dawiya baweriya xwe de, digihîjin xilasiya canê xwe.
10Li ser vê xilasbûnê, pêxemberên ku li ser kerema ku wê ji we re bihata anîn, pêxemberîtî kirin, bi baldarî lêkolîn kirin û lê geriyan. 11Ruhê Mesîh ê ku di dilê wan de bû, ji berê ve kifş dikir ku Mesîh wê cefayê bikişîne û piştre bi rûmet bibe. Wan lê kolan ku bizanin ka ev xilasî wê kengê an wextekî çawa bê. 12Ji wan re hat kifşkirin ku di van tiştan de ne ji xwe re, lê ji we re xizmet dikirin û ev niha bi destê Ruhê Pîroz ê ku ji ezmên hatiye şandin, ji aliyê yên ku Mizgîniyê didin ve, ji we re hat diyarkirin. Milyaket jî pirr dixwazin ku nêzîk bibin û li van tiştan binêrin.
Banga Jiyana Pîroz
13Ji ber vê yekê li ser hişê xwe bin, amade û hişyar bin. Hemû hêviya xwe bi wê keremê ve girê bidin, ku hûnê bi xuyabûna Îsa Mesîh bistînin. 14Wek zarokên guhdar bin û li pey xwestekên xwe yên dema nezaniyê neçin. 15Lê belê, çawa yê ku gazî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin. 16Ji ber ku hatiye nivîsîn: «Pîroz bin, çimkî ez pîroz im.»#Ji: Lêwiyî 11:44-45; 19:2; 20:7
17Eger hûn ji yê ku cihêtiyê naxe nav mirovan û her kesî li gor kirina wî dîwan dike re, dibêjin Bav, dema xwe ya xerîbiyê ya li ser dinyayê bi tirsa Xwedê derbas bikin. 18Çimkî hûn dizanin ku hûn ne bi berdêla tiştên pûç ên wek zêr an zîv ji jiyana vala ya ku ji bav û kalên we maye, hatine kirrîn, 19lê belê bi berdêla xwîna Mesîh a hêja û wek berxekî bêleke û bêkêmahî hûn hatine kirrîn. 20Hê berî damezrandina dinyayê ew hat destnîşankirin, lê di dawiya deman de di ber we de xuya bû. 21Bi saya wî hûn baweriyê bi wî Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakiriye û rûmet daye wî tînin, wisa ku bawerî û hêviya we bi Xwedê be.
22Niha we bi ya rastiyê kir û canê xwe paqij kir, biraheziya we bê durûtî ye. Loma ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin. 23Hûn ne ji tovê ku xera dibe, lê ji yê ku xera nabe, bi peyva Xwedê ya jîndar û mayîndar ji nû ve çêbûn.
24Çimkî:
«Hemû mirov wek giyê ne
Û hemû rûmeta wan jî wek kulîlka giyê ye.
Giya hişk dibe û kulîlka wî dikeve,
25Lê peyva Xudan her û her dimîne.»#Ji: Îşaya 40:6-8
Ev ew peyv e ku bi Mizgîniyê ji we re hat dayîn.

Currently Selected:

Petrûs I, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy