Yûhenna 5

5
Nexweşê Sî û Heşt Salan Qenc Dibe
1Piştî vê yekê cejneke Cihûyan hat û Îsa hilkişiya Orşelîmê.
2Li Orşelîmê, li ber Dergehê Miyê hewzeke bi pênc eywanan hebû. Bi Îbranî jê re ‹Beythasta› dibêjin. 3-4Di wan eywanan de komeke mezin a nexweşan: Kor, şil û şeht û felcî vedizeliyan. Ew li benda çeliqandina avê diman.#5:3-4 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Çimkî dem bi dem milyaketekî Xudan* diket avê û ew diçeliqand. Piştî çeliqandinê, kesê ku berî hemûyan biketa avê, ew ji nexweşiya xwe sax dibû.» 5Mirovek li wê derê hebû ku ji sî û heşt salan ve nexweş bû. 6Îsa ew vezelandî dît û dizanibû ku ji demeke dirêj ve ye ku ew nexweş e. Wî jê re got: «Ma tu dixwazî sax bibî?» 7Mirovê nexweş lê vegerand û got: «Ezbenî, kesekî min ê ku gava av diçeliqe min bixe hewzê tune. Dema ku ez dikim xwe bavêjimê, yekî din beriya min xwe davêjê.» 8Îsa jê re got: «Rabe, doşeka xwe rake û rêve here.» 9Di cih de mirov sax bû, doşeka xwe rakir û rêve çû.
Îcar ew roj Şemî bû 10û serekên Cihûyan ji wî mirovê ku qenc bûbû re gotin: «Îro Şemî ye! Nabe ku tu doşeka xwe rakî.» 11Wî bersîva wan da: «Wî mirovê ku ez sax kirim ji min re got: ‹Doşeka xwe rake û rêve here.›» 12Wan jê pirsî: «Ew kî ye ku ji te re got: ‹Doşeka xwe rake û rêve here›?» 13Lê mirovê ku hatibû qenckirin, nizanibû ew kî ye, çimkî li wir gelek mirov civiyabûn û Îsa jî di nav wan de xwe windakiribû. 14Piştî vê yekê Îsa ew li Perestgehê dît û jê re got: «Binêre, tu sax bûyî! Êdî gunehan neke, da ku tiştekî hê xerabtir neyê serê te.»
15Mirov çû ji serekên Cihûyan re got yê ku ew sax kiriye Îsa ye. 16Ji bo vê yekê êdî wan tengahî dida Îsa, çimkî wî ev kar di roja Şemiyê de dikirin. 17Hingê Îsa bersîva wan da: «Bavê min heta bi îro jî dixebite, ez jî dixebitim.» 18Ji bo vê yekê serekên Cihûyan hê bêtir xebitîn ku wî bikujin. Çimkî wî ne bi tenê roja Şemiyê şikandibû, lê wî gotibû: «Xwedê bavê min bi xwe ye» û xwe bi Xwedê re yek girtibû.
Xwedê Desthilatî Daye Kur
19Loma Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, Kur nikare tiştekî ji ber xwe bike, lê tenê tiştên ku ew dibîne Bav dike, ew jî wan dike. Bav çi bike, Kur jî wisa dike. 20Çimkî Bav ji Kur hez dike û hemû tiştên ku dike nîşanî wî dide. Ewê tiştên hê mezintir nîşanî wî bide wisa ku hûn lê şaş bimînin. 21Erê, ka çawa Bav dikare miriyan rake û jiyanê bide wan, herweha Kur jî dikare, wan ên ku ew dixwaze, bide jiyan. 22Bav dîwana tu kesî nake, lê hemû desthilatiya dîwankirinê daye Kur, 23da ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wisa ji Kur re jî hurmetê bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî hurmetê nake.
24«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê. 25Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê dengê Kurê Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn. 26Çimkî çawa ku Bav serkaniya jiyanê ye, bi vî awayî wî kir ku Kur jî serkaniya jiyanê be. 27Wî desthilatiya dîwankirinê jî da wî. Çimkî ew Kurê Mirov e. 28Li vê yekê şaş nemînin, çimkî ew wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin 29û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê, yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin.
30«Ez nikarim tiştekî ji ber xwe bikim; wek ku ez dibihîzim ez dadbar dikim. Dadbarkirina min rast e, çimkî ez ne li daxwaza xwe, lê li daxwaza yê ku ez şandime digerim.
Şahidiya ji bo Îsa
31«Eger ez ji bo xwe şahidiyê bikim, şahidiya min ne rast e. 32Lê yekî din heye ku ji bo min şahidiyê dike û ez dizanim ew şahidiya ku ew ji bo min dike rast e. 33We mirov şandin ba Yûhenna û wî şahidiya rastiyê kir. 34Lê ez şahidiya ku ji mirov tê naxwazim, lê belê ji bo ku hûn xilas bibin ez van dibêjim. 35Yûhenna çirayeke pêketî û ronahîdar bû. We jî xwest ku hûn ji bo demekê bi vê ronahiya wî dilşa bibin. 36Lê şahidiya min di ser şahidiya Yûhenna re ye. Ew karên ku Bav spartine min da ku ez pêk bînim, ew karên ku ez dikim, ji bo min şahid in ku Bav ez şandime. 37Û Bavê ku ez şandime bi xwe jî ji bo min şahidî kiriye. We tu caran ne dengê wî bihîstiye û ne jî rûyê wî dîtiye. 38Û peyva wî di dilê we de namîne, çimkî hûn ji yê ku wî şandiye bawer nakin. 39Hûn li Nivîsarên Pîroz dikolin, çimkî li gor bîr û baweriya we jiyana we ya herheyî di wan de ye û yên ku şahidiya min dikin jî ew in. 40Lê hûn naxwazin bên ba min, da ku jiyana we hebe.
41«Ez rûmeta ku ji mirov tê naxwazim. 42Lê ez bi we dizanim, ez dizanim ku di dilê we de hezkirina Xwedê tune. 43Ez bi navê Bavê xwe hatim û hûn min qebûl nakin; eger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl bikin. 44Hûn ên ku rûmetê didin hev û li rûmeta ku ji Xwedayê bi tenê tê nagerin, hûn çawa dikarin bawer bikin? 45Nefikirin ku ezê we li ber Bav sûcdar bikim; yê ku we sûcdar dike Mûsa ye, ewê ku we hêviya xwe bi wî ve girêdaye. 46Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî li ser min nivîsiye. 47Lê eger hûn bi nivîsînên wî bawer nakin, hûnê çawa bi gotinên min bawer bikin?»

Zur Zeit ausgewählt:

Yûhenna 5: KURNT

Markierung

Teilen

Kopieren

None

Möchtest du deine gespeicherten Markierungen auf allen deinen Geräten sehen? Erstelle ein kostenloses Konto oder melde dich an.

YouVersion verwendet Cookies, um deine Erfahrung zu personalisieren. Durch die Nutzung unserer Webseite akzeptierst du unsere Verwendung von Cookies, wie in unserer Datenschutzrichtlinie beschrieben