Destpêk 2

2
1Erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam bûn. 2#Derketin 20:11; Îbranî 4:4, 10Xwedê di roja heftan de karê xwe bir serî. Wî di roja heftan de ji hemû karên xwe bêhna xwe veda. 3Xwedê roja heftan pîroz û bereket kir. Wekî rojeke pîroz kifş kir. Çimkî Xwedê di wê rojê de ji hemû afirandinên xwe, bêhna xwe veda.
Bexçeyê Êdenê
4Serpêhatiya afirandina erd û ezmanan ev e: Gava Xwedê Xudan erd û ezman afirandin, 5hê li erdê tu şitlekî çolê tunebû û tu giyayekî çolê şîn nebibû. Çimkî Xwedê Xudan hê baran bi ser erdê ve nebarandibû û mirovê erdê bajo jî tunebû. 6Lê ji erdê hilm radibû û tevahiya rûyê erdê av dida. 7#Korîntî I, 15:45Xwedê Xudan Adem ji axa erdê çêkir û hilma jiyanê pif kir pozê wî. Bi vî awayî Adem bû canekî jîndar.
8Xwedê Xudan li rojhilat, li Êdenê bexçeyek çand û Ademê ku şikil dabûyê danî wê derê. 9#Destpêk 3:22; Peyxam 2:7; 22:2, 14Xwedê Xudan ji axê cûr bi cûr darên spehî û xweşfêkî gihandin. Di nava bexçeyê de dara jiyanê û dara zanîna qencî û xerabiyê jî hebû.
10Çemek ji Êdenê dertê, bexçe av dide, li wir ji hev vediqete û dibe çar mil. 11Navê çemê pêşî Pîşon e. Ew ber bi seranserê herêma Hawîlayê ve diherike ku li wir zêr heye. 12Zêrê vê herêmê qenc e û li vir benîştê daran û onîks jî hene. 13Navê çemê diduyan Gîhon e ku ber bi seranserê welatê Kûşê#2:13 Kûş tê wateya Hebeşistanê (Binêre: Ester 1:1) an jî herêmeke li Mezopotamyayê ye ve diherike. 14Navê çemê sisêyan Dîcle ye û ber bi rojhilatê Aşûrê ve diherike. Çemê çaran jî Ferat e.
15Xwedê Xudan Adem hilda û li nav Bexçeyê Êdenê danî ku li wê derê bixebite û hay ji bexçeyê hebe. 16Xwedê Xudan li Adem emir kir û got: “Tu dikarî ji her dara bexçe bixwî, 17lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî.”
18Xwedê Xudan got: “Ne baş e ku Adem tenê bimîne, ezê alîkareke li gorî wî jê re çêkim.” 19Xwedê Xudan tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmanan ji axê çêkir. Wî hemû anîn ba Adem ku bibîne, wê çi navî li wan bike. Adem bi çi navî bangî afirîdên jîndar kir, ew bû navê wan. 20Adem nav li hemû heywanên kedî, heywanên kovî û teyrên ezmanan danî. Lê ji bo Adem alîkareke li gorî wî nehate dîtin.
21Xwedê Xudan kir ku Adem bikeve xeweke giran. Hê di xewê bû, wî parsûyekî wî derxist û goşt xist cihê wî. 22Xwedê Xudan ji wî parsûyê ku ji bedena Adem derxistibû, jinekê çêkir û anî ba wî. 23Li ser vê yekê Adem got:
“Niha ev hestî ji hestiyê min,
Goşt ji goştê min e.
Wê jê re ‘Jin#2:23 Nivîsa Masoriyan: Îşşa û îş tên wateya jin û mêr’ bê gotin,
Çimkî ew ji mêr hate hildan.”
24 # Metta 19:4-5; Marqos 10:7-8; Korîntî I, 6:16; Efesî 5:31 Ji ber vê yekê wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, xwe li jina xwe bigire û wê herdu bibin bedenek. 25Adem û jina xwe, herdu jî tazî bûn û şerm nedikirin.

Zur Zeit ausgewählt:

Destpêk 2: KURNT

Markierung

Teilen

Kopieren

None

Möchtest du deine gespeicherten Markierungen auf allen deinen Geräten sehen? Erstelle ein kostenloses Konto oder melde dich an.

YouVersion verwendet Cookies, um deine Erfahrung zu personalisieren. Durch die Nutzung unserer Webseite akzeptierst du unsere Verwendung von Cookies, wie in unserer Datenschutzrichtlinie beschrieben