YouVersion Logo
Search Icon

Metta 1

1
Rʼikʼinyata Îsa
(Lûqa 3:23-38)
1Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid,
rʼikʼinyata Birahîm:
2Birahîmrʼa Îshaq bû,
Îshaqrʼa Aqûb bû,
Aqûbrʼa Cihûda û birava bûn,
3Cihûdarʼa Pêrês û Zera bûn, (navê dîya wan Tʼamar bû),
Pêrêsrʼa Hesrûn bû,
Hesrûnrʼa Rʼam#1:3 Nav destnivîsarêd hinekada dewsa «Rʼam» «Aram» heye. bû,
4Rʼamrʼa Amînadav bû,
Amînadavrʼa Nehşon bû,
Nehşonrʼa Selmon bû,
5Selmonrʼa Bowaz bû, (navê dîya wî Rʼexab bû),
Bowazrʼa Ovêd bû, (navê dîya wî Rʼûtʼ bû),
Ovêdrʼa Yêşa bû
6û Yêşarʼa Dawid pʼadşa bû.
Dawid pʼadşarʼa Silêman bû, (dîya wî berê kʼulfeta Ûrîya bû),
7Silêmanrʼa Rʼehobowam bû,
Rʼehobowamrʼa Ebîya bû,
Ebîyarʼa Asaf#1:7 Nav hinek destnivîsarada dewsa «Asaf» «Asa» heye. bû,
8Asafrʼa Yêhoşefat bû,
Yêhoşefatrʼa Yoram bû,
Yoramrʼa Ûzîya bû,
9Ûzîyarʼa Yotam bû,
Yotamrʼa Ahaz bû,
Ahazrʼa Hizqîya bû,
10Hizqîyarʼa Minaşe bû,
Minaşerʼa Amos bû,
Amosrʼa Yoşîya bû
11û Yoşîyarʼa Yexonîya û birava bûn. Wî çaxî cimeʼt sirgûn çû Babîlonê.
12Lê pey sirgûnçûyîna Babîlonêda,
ji Yexonîyarʼa Şaltîyêl bû,
Şaltîyêlrʼa Zerûbabel bû,
13Zerûbabelrʼa Abîyûd bû,
Abîyûdrʼa Êlyaqîm bû,
Êlyaqîmrʼa Azûr bû,
14Azûrrʼa Sadoq bû,
Sadoqrʼa Axîn bû,
Axînrʼa Êlyûd bû,
15Êlyûdrʼa Êlazar bû,
Êlazarrʼa Metan bû,
Metanrʼa Aqûb bû,
16Aqûbrʼa Ûsiv bû, mêrê Meryemê, ya ku Îsa ji wê welidî, ku Mesîh tê gotinê.
17Awa ji Birahîm hʼeta Dawid çardeh nisil derbaz bibûn, ji Dawid hʼeta sirgûnçûyîna Babîlonêda çardeh nisil û ji sirgûnçûyîna Babîlonêda hʼeta Mesîh dîsa çardeh nisil bûn.
Bûyîna Îsa
(Lûqa 2:1-7)
18Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivrʼa nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi hʼukumê Rʼuhʼê Pîroz hʼemle kʼifş bû. 19Lê Ûsivê dergîstîyê wê ku merivekî rʼast bû, nexwest wê rʼûrʼeş ke, fikirî ku dizîva wê berʼde. 20Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e. 21Ewê kurʼekî bîne û tê navê Wî Îsa#1:21 «Îsa» bi zimanê îbranî aha tê feʼmkirinê: «Xudan xilaz dike», yan «xilazkir», yan jî «azabûn». daynî, çimkî Ewê cimeʼta Xwe ji gunêd wan xilaz ke».
22Ev her tişt aha qewimî, wekî ew gotina Xudane bi zarê pʼêxember bê sêrî ku dibêje: 23«Va qîza bikʼir wê hʼemle be, kurʼekê jêrʼa bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin»#1:23 Îşaya 7:14. , ku tê feʼmkirinê: «Xwedê tʼevî me ye»#1:23 Îşaya 8:8, 10. .
24Gava Ûsiv ji xewê hʼişyar bû, ewî li gora gotina milyakʼetê Xudan kir, dergîstîya xwe stand. 25Lê serê xwe wêrʼa danenî, hʼeta ku ew kurʼ#1:25 Nav hinek destnivîsarada «kurʼê wêyî nixurî» heye. jêrʼa bû. Û navê Wî Îsa danî.

Currently Selected:

Metta 1: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy