YouVersion Logo
Search Icon

Filêmon 1

1
Silav
1Ji Pawlosê ku di ber Mesîh Îsa de girtî ye û birayê me Tîmotêyos,
ji hevalkarê me yê hezkirî Filêmon re, 2ji xwişka me Afiya, ji hevalleşkerê me Arxîpos û ji civîna li mala we re:#Kolosî 4:17
3Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
4Gava ku ez te di duayên xwe de tînim bîra xwe, ez hergav ji Xwedayê xwe re şikir dikim. 5Çimkî ez li ser hezkirina te ya ji bo hemû pîrozan û baweriya te ya bi Xudan Îsa dibihîzim. 6Duaya min ew e ku ew hevpariya ruhanî ya ku ji baweriya te tê, bandûra xwe nîşan bide, da ku tu bi Mesîh hemû qenciyê bizanî. 7Hezkirina te gelek şahî û han da min. Çimkî dilê pîrozan bi saya te rihetî dît, ey birayê min.
Daxwaza Pawlos a ji bo Onîsîmos
8Ji bo vê yekê, bi ser ku pirr cesareta min bi Mesîh heye ku ez, ya lazim li te emir bikim jî, 9ez dixwazim ji bo xatirê hezkirinê ji te hêvî bikim. Ez Pawlos, zilamekî navsere û niha jî di ber Mesîh Îsa de girtî, 10ez ji bo kurê xwe Onîsîmos ji te hêvî dikim ku ez di dema girtîbûna xwe de jê re bûm bav.#Kolosî 4:9 11Demekê ew ji bo te bêkêr bû, lê niha ew hem ji bo min û hem jî ji bo te bi kêr e. 12Ez wî, yanî dilê xwe, ji te re bi şûn ve dişînim. 13Min dixwest ku ez wî li ba xwe bihêlim, da ku ew di vê dema ku ez ji ber Mizgîniyê girêdayî me, di cihê te de ji min re xizmetê bike. 14Lê min nexwest ku ez bê dilê te tiştekî bikim, da ku qenciya te bi dil be, ne ku ji mecbûrî be. 15Belkî jî sedemê ku ew demekê ji te dûr ket ev bû, ku ew her û her bibe yê te. 16Ji niha û pê ve, ew êdî ne wek xulamekî ye, lê ji xulamekî hêjatir, birayekî hezkirî ye; bi taybetî ji bo min, lê bêtir ji bo te, hem bi mirovî û hem jî di baweriya Xudan de.
17Îcar, eger tu min hevparê xwe dihesibînî, wî wek min qebûl bike. 18Eger wî di tiştekî de neheqî li te kiribe, an deyndar be, vê li ser hesabê min binivîse. 19Ez Pawlos, ez vê bi destê xwe dinivîsim: Ezê li te vegerînim – ez ji te re nebêjim ku tu xwe bi xwe jî deyndarê min î. 20Erê birayê min, bila ji bo Xudan ev feyda min ji te hebe: Ji bo xatirê Mesîh dilê min rihet bike.
21Ji ber ku ez piştrast im, ku tê bi ya min bikî, ez ji te re dinivîsim û dizanim ku tê ji gotinên min zêdetir jî bikî. 22Di vê navê de, ji bo min cihekî amade bike. Çimkî ez hêvî dikim ku ezê bi duayên we ji we re bêm bexişandin.
Silav û Xatir
23Êpafrasê ku bi min re di ber Mesîh Îsa de girtî ye silavan li te dike. 24Hevalkarên min Marqos, Erîstarxos, Dîmas û Lûqa jî silavan li te dikin. 25Kerema Xudan Îsa Mesîh bi ruhê we re be.

Currently Selected:

Filêmon 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy