YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 1

1
Danezana Yûhennayê Imadkar
(Metta 3:1-12; Lûqa 3:1-18; Yûhenna 1:19-28)
1Ev destpêka Mizgîniya Îsa Mesîhê Kurê Xwedê ye. 2Di nivîsara Îşaya pêxember de weha hatiye nivîsîn:
«Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim.
Ewê riya te amade bike.#Ji: Melaxî 3:1
3‹Dengek li çolê gazî dike:
Riya Xudan amade bikin,
Şiveriyên wî sererast bikin!›#Ji: Îşaya 40:3 »
4Û Yûhennayê imadkar li çolê derket meydanê, mirov hîn dikirin ku tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin û ew bên imadkirin. 5Hemû xelkê Cihûstanê û tevahiya Orşelîmiyan dihatin ba wî, gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn. 6Yûhenna cilekî ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî jî qayîşeke çermîn hebû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin. 7Wî dida bihîstin û digot: «Yê ku piştî min tê, ji min hêzdartir e û ez ne hêja me ku xwe bitewînim û benên çaroxa wî jî vekim. 8Min hûn bi avê imad kirin, lê ewê we bi Ruhê Pîroz imad bike.»
Imadbûn û Ceribandina Îsa
(Metta 3:13–4:11; Lûqa 3:21-22; 4:1-13)
9Îcar wan rojan Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhenna di Çemê Urdunê de imad bû. 10Îsa ji avê derket derneket, dît ku ezman qelişî û Ruh wek kevokekê li ser wî danî. 11Û dengek ji ezmanan hat: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
12Di cih de Ruh, berê Îsa da çolê, 13ew çil rojî li çolê ma û ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Ew bi heywanên çolê re ma û milyaketan jê re xizmet dikir.
Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike
(Metta 4:12-17; Lûqa 4:14-15)
14Piştî girtina Yûhenna, Îsa hat herêma Celîlê û dest bi dayîna Mizgîniya Xwedê kir 15û got: «Wext hat, Padîşahiya Xwedê nêzîk bûye; tobe bikin û baweriya xwe bi Mizgîniyê bînin!»
Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike
(Metta 4:18-22; Lûqa 5:1-11)
16Gava ku Îsa di perê Gola Celîlê re diçû, Şimûn û birayê wî Endrawis dîtin. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn. 17Îsa ji wan re got: «Li pey min werin, ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.» 18Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 19Dema ku Îsa ji wê derê hinekî pêşve çû, kurên Zebedî, Aqûb û birayê wî Yûhenna dîtin. Wan di qeyikê de torên xwe vediçinîn. 20Îsa ew dîtin nedîtin gazî wan kir, wan jî bavê xwe bi karkeran re di qeyikê de hişt û li pey wî çûn.
Îsa Ruhê Nepak Derdixe
(Lûqa 4:31-37)
21Îcar ew gihîştin Kefernahûmê. Roja Şemiyê hat û nehat, Îsa çû kinîştê û dest bi hînkirinê kir. 22Ew jî li hînkirina wî gelek şaş man. Çimkî wî ne wek Şerîetzanan, lê bi desthilatî hînî wan dikir. 23Hema hingê di kinîşta wan de mirovek hebû ku ruhê nepak ew girtibû. Wî bi qîrîn got: 24«Ya Îsayê Nisretî, te çi ji me ye? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê Xwedê yî!» 25Îsa lê hilat û got: «Deng neke û derkeve!» 26Ruhê nepak jî ew vehejand û bi dengekî bilind qîriya û jê derket. 27Hemû heyirîn, ji hev pirsîn û gotin: «Ev çi kar e? Hînkirineke nû! Bi desthilatî ew emir li ruhên nepak dike û ew jî bi ya wî dikin.» 28Û nav û dengê Îsa zûka li hawirdora Celîlê, li her cihî belav bû.
Îsa Gelek Nexweşan Qenc Dike
(Metta 8:14-17; Lûqa 4:38-41)
29Îsa ji kinîştê derket derneket, bi Aqûb û Yûhenna re çû mala Şimûn û Endrawis. 30Xesûya Şimûn bi tayêketî radiza. Di cih de ji bo wê, ji Îsa re gotin. 31Ew jî çû ba wê, bi destê wê girt û rakir. Tayê ew berda û jinikê ji wan re xizmet kir. 32Êvarê, piştî ku roj çû ava, xelkê hemû nexweş û yên cinoyî anîn ba wî. 33Hemû xelkê bajêr li ber derî civiyabû. 34Îsa gelek kesên bi nexweşiyên cûr bi cûr qenc kirin, gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin gotinekê bêjin. Çimkî wan dizanibû ku ew kî ye.
Îsa Mizgîniya Xwedê di Celîlê de Belav Dike
35Bi berbangê re, serê sibê zû Îsa rabû û derket, çû cihekî bêpêjin û li wir dua kir. 36Şimûn û yên bi wî re, li Îsa geriyan 37û gava ku wan ew dît, jê re gotin: «Her kes li te digere.» 38Wî ji wan re got: «Em herin cihêkî din, nav bajarên nêzîk, da ku ez li wan deran jî hîn bikim, çimkî ez ji bo vê yekê hatime.» 39Îcar ew li hemû herêma Celîlê digeriya û di kinîştên wan de hîn dikir û cin derdixistin.
Îsa Yekî Kotî Paqij û Qenc Dike
(Metta 8:1-4; Lûqa 5:12-16)
40Û kotiyek hat, li ber Îsa çû ser çokan, lava kir û got: «Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.» 41Dilê Îsa pê şewitî, destê xwe dirêj kir, li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!» 42Û di cih de kotîbûn jê çû û ew paqij bû. 43Îsa bi hişkî tembîh li wî kir, di cih de ew ji ba xwe rêkir 44û ji wî re got: «Binêre! Ji kesî re tiştekî nebêje. Lê here, xwe nîşanî kahîn bide û tiştê ku Mûsa emir kiriye, pêşkêş bike, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.» 45Lê ew derket, dest pê kir, bi eşkereyî peyivî û ev gotin belav kir, wisa ku Îsa êdî nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, lê li derve, li cihên bêpêjin dima. Û xelk ji her aliyî ve dihatin ba wî.

Currently Selected:

Marqos 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy