YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 2

2
Dîlana li Gundê Qenaya Celîlê
1Piştî du rojan li bajarê Qenaya Celîlê dîlanek hebû û diya Îsa jî li wê derê bû. 2Îsa û şagirtên xwe jî ji bo dîlanê hatibûn vexwendin. 3Dema ku şerab ber xilasbûnê bû, diya Îsa jê re got: «Şeraba wan nema.» 4Îsa lê vegerand û got: «Sitiyê, te çi ji min e? Hê saeta min nehatiye.» 5Diya wî ji xizmetkaran re got: «Her çi ji we re bêje, bikin.» 6Îcar li wê derê şeş kûpên kevirîn hebûn ku Cihûyan ji bo adetên xwe yên paqijkirinê bi kar dianîn. Her yekî ji wan di navbera du-sê denan de av hildida.#2:6 Dena Cihûyan a hingê nêzîkî 37 lître bû. 7Îsa ji wan re got: «Van kûpan bi avê tije bikin.» Û wan jî ew heta ber dev tije kirin. 8Hingê wî ji wan re got: «Niha hinekê derxin û ji serekê ziyafetê re bibin.» Wan jî ew bir. 9Gava ku serekê ziyafetê ji ava ku bûbû şerab vexwar, wî tê dernexist ku ew ji ku derê hatiye. Lê xizmetkarên ku av anîbûn, dizanibûn. Serekê ziyafetê gazî zavê kir 10û jê re got: «Her kes pêşî şeraba qenc pêşkêş dike. Û çaxê ku yên vexwendî zêde vexwarin, ew a neqenc derdixe. Lê te şeraba qenc heta niha hilanî.» 11Ev nîşana ku Îsa li Qenaya Celîlê çêkir a pêşî bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe da xuyakirin û şagirtên wî bawerî pê anîn.
12Piştî vê yekê, Îsa tevî diya xwe, birayên xwe û şagirtên xwe çû Kefernahûmê û ew gelek rojan li wê derê neman.
Îsa Perestgehê Paqij Dike
(Metta 21:12-13; Marqos 11:15-17; Lûqa 19:45-46)
13Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû û Îsa hilkişiya Orşelîmê. 14Di Perestgehê de wî ew kesên ku dewar, mî û kevok difirotin û serafkerên rûniştî dîtin. 15Îcar wî ji benan qamçiyek çêkir, ew hemû û dewar û mî jî, ji Perestgehê derxistin; perên pereguhêran rijandin û maseyên wan gêr kirin. 16Wî ji kevokfiroşan re got: «Van ji vê derê rakin! Êdî mala Bavê min nekin bazargeh!» 17Hat bîra şagirtên wî ku hatiye nivîsîn: «Xîretkêşiya ji bo mala te wê min bixwe.»#Ji: Zebûr 69:9 18Li ser vê yekê Cihûyan jê pirsî: «Tê ji bo me çi nîşanê çêkî ku desthilatiya te heye, tu van dikî?» 19Îsa bersîva wan da û got: «Vê Perestgehê hilweşînin, ezê di sê rojan de rakim.» 20Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Avakirina vê Perestgehê çil û şeş salan kişand. Ma tê wê di sê rojan de rakî?» 21Lê Îsa li ser Perestgeha bedena xwe dipeyivî. 22Piştre, dema ku ew ji nav miriyan rabû, hat bîra şagirtên wî ku Îsa ev yek gotiye û wan bi Nivîsara Pîroz û gotinên Îsa bawer kir.
Zanîna Îsa ya li ser Mirovan
23Îcar dema ku Îsa di Cejna Derbasbûnê de li Orşelîmê bû, gelekan ew nîşanên ku wî dikirin dîtin û bawerî bi navê wî anîn. 24Lê Îsa bawerî li wan nedianî. Çimkî wî bi xwe bi hemû mirovan dizanibû. 25Hewcedariya wî bi şahidiya mirovan jî tunebû, çimkî wî dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye.

Currently Selected:

Yûhenna 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy