YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 19

19
1Hingê Pîlatos Îsa girt û da ber qamçiyan. 2Leşkeran jî ji stiriyan tacek honandin û dan serê wî û xiftanekî binefşî lê kirin. 3Îcar dihatin pêş wî û digotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!» Û sîle li wî dixistin.
4Pîlatos dîsa derket derve û ji wan re got: «Va ye, niha ez wî tînim derve ba we, da ku hûn bizanin ku min tu sedemê sûcdarkirina wî nedîtiye.» 5Li ser vê yekê Îsa bi taca serê xwe ya ji stiriyan çêkirî û bi xiftanê binefşî yê li xwe kirî ve derket derve. Pîlatos ji wan re got: «Va ye, ew mirov!»
6Dema ku serekên kahînan û parêzgeran ew dît, qîriyan û gotin: «Wî li xaçê bixe, wî li xaçê bixe!» Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin li xaçê bixin. Ez bi xwe tu sedemê sûckirina wî nabînim.»
7Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Şerîeta me heye û li gor Şerîetê divê ew bimire. Çimkî wî xwe kiriye Kurê Xwedê.»#Lêwiyî 24:16
8Dema ku Pîlatos ev gotin bihîst, ew hê bêtir tirsiya. 9Ew dîsa çû hundirê qesra walî û ji Îsa re got: «Tu ji ku derê yî?» Lê Îsa bersîva wî neda. 10Pîlatos jî jê re got: «Ma tu bi min re napeyivî? Ma tu nizanî ku desthilatiya min heye ku ez te berdim û desthilatiya min heye ku ez te li xaçê jî bixim?»
11Îsa lê vegerand û got: «Eger ji jor ji te re nehata dayîn, tu desthilatiya te wê li ser min tunebûya. Ji ber vê yekê gunehê wî yê ku ez dame destê te mezintir e.»
12Hingê Pîlatos dixebitî ku Îsa berde, lê Cihû qîriyan û gotin: «Eger tu vî mirovî berdî, tu ne dostê Qeyser î! Her kesê ku xwe bike padîşah, li hember Qeyser serî hildaye!»
13Dema ku Pîlatos ev gotinên ha bihîstin, Îsa anî derve. Ew bi xwe jî li ser kursiyê dîwanê rûnişt, ku li cihê «Reqfa Kevir» bû – bi Îbranî jê re «Gabata» digotin. 14Roja Amadekirinê ya Cejna Derbasbûnê bû. Saet li dora diwanzdehan bû, nîvro bû. Pîlatos ji Cihûyan re got: «Va ye, padîşahê we!»
15Lê ew qîriyan: «Bila ji me dûr be, bila ji me dûr be! Wî li xaçê bixe!» Pîlatos ji wan re got: «Ma ez padîşahê we li xaçê bixim?» Serekên kahînan bersîva wî dan: «Ji Qeyser pê ve, padîşahê me tune.» 16Hingê wî Îsa teslîmî wan kir, da ku li xaçê bixin.
Îsa li Xaçê Tê Xistin
(Metta 27:32-44; Marqos 15:21-32; Lûqa 23:26-43)
Li ser vê yekê wan Îsa bir. 17Îsa bi xwe xaça xwe hilgirt û derket wî cihê ku jê re «Cihê Qoqê Serî» – bi Îbranî «Golgota» – digotin. 18Li wê derê wan ew bi du kesên din re li xaçê xistin. Her yek li kêlekekê, Îsa di navbera wan de bû. 19Pîlatos depikek nivîsî û bi xaçê ve danî. Tiştê nivîsî ev bû: «ÎSAYÊ NISRETÎ, PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.» 20Gelek Cihûyan ev nivîsdek xwend, çimkî cihê ku Îsa li xaçê xistibûn nêzîkî bajêr bû û ew bi Îbranî, Latînî û Yewnanî hatibû nivîsîn. 21Lê serekên kahînên Cihûyan ji Pîlatos re gotin: «Nenivîse ‹Padîşahê Cihûyan›! Binivîse ku ‹Vî mirovî got: Ez Padîşahê Cihûyan im.›» 22Pîlatos bersîv da: «Min çi nivîsîbe, min nivîsiye.»
23Piştî ku leşkeran Îsa li xaçê xistin, wan cilên wî hildan, kirin çar par, da ku ji her yekî re parek bikeve. Kirasê wî jî hildan. Kiras ji serî heta binî honandî û bêdirûtin bû. 24Îcar ji hevdû re gotin: «Werin em vî nedirînin, em pişkê bavêjin, ka wê ji kê re bikeve.» Ev çêbû, da ku ew nivîsar bê cih:
«Cilên min di nav xwe de leva kirin,
Û ji bo xiftanê min pişk avêtin.»#Ji: Zebûr 22:18
Hingê leşkeran tam evên ha kirin.
25Li ber xaça Îsa diya wî, xaltiya wî, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî rawestabûn. 26Dema Îsa dît ku diya wî û şagirtê wî yê ku wî jê hez dikir li wê derê disekinin, wî ji diya xwe re got: «Sitiyê! Va ye kurê te!» 27Di pey de wî ji şagirtê xwe re got: «Va ye diya te!» Ji hingê û pê ve vî şagirtî ew bir mala xwe.
Mirina Îsa
(Metta 27:45-56; Marqos 15:33-41; Lûqa 23:44-49)
28Piştî vê yekê êdî Îsa dizanibû ku her tişt pêk hat. Ji bo ku Nivîsara Pîroz bê cih, wî got: «Ez tî me.» 29Firaxek ji sihikê tijekirî li wê derê bû. Avgirek li nav sihikê xistî bi serê darikê gûrizê ve danîn û dirêjî devê wî kirin. 30Gava ku Îsa sihik vexwar, wî got: «Temam bû», serê xwe xwar kir û ruhê xwe da.
Gotina Pêxember Tê Cih
31Ji ber ku roja Amadekirinê bû û diviya roja Şemiyê cesed li ser xaçê nemînin – çimkî ew Şemî rojeke gelek girîng bû – serekên Cihûyan ji Pîlatos daxwaza şikandina teşkên ên xaçkirî kirin, da ku ew bên rakirin. 32Îcar leşker hatin; pêşî teşkên yekî û di pey de teşkên ê din ên ku bi wî re hatibûn xaçkirin, şikandin. 33Lê gava ku ew hatin ba Îsa û dîtin ku ew ji xwe miriye, wan teşkên wî neşikandin. 34Lê dîsa jî ji leşkeran yekî newqa wî bi rimê qul kir û di cih de av û xwîn herikî. 35– Yê ku ev dît şahidî kir, da ku hûn jî bawer bikin. Şahidiya wî rast e û ew dizane ku ew rastiyê dibêje. – 36Ev çêbû, da ku ew nivîsar bê cih:
«Tu hestiyê wî nayê şikandin.»#Ji: Derketin 12:46; Hejmartin 9:12; Zebûr 34:20
37Û dîsa nivîsareke din weha dibêje:
«Ewê li wî yê ku bedena wî qul kirine binêrin.»#Ji: Zekeriya 12:10
Veşartina Îsa
(Metta 27:57-61; Marqos 15:42-47; Lûqa 23:50-56)
38Piştî vê yekê, Ûsivê ji Arîmetyayê yê ku şagirtê Îsa bû û ji tirsa serekên Cihûyan xwe eşkere nekiribû, daxwaza rakirina cesedê Îsa ji Pîlatos kir û Pîlatos destûr dayê. Îcar Ûsiv hat û cesedê Îsa rakir. 39Nîkodêmos jî hat, yê ku cara pêşî bi şev hatibû ba Îsa; wî nêzîkî sed lîtrên Romayî ji mur û dara ûdê tevlihevkirî anî. 40Wan cesedê Îsa hilanî, li gor adetên Cihûyan ên veşartina miriyan, giyayên bîhnxweş lê dan û bi cawên keten ew pêçan. 41Li cihê ku Îsa lê hatibû xaçkirin baxçeyek hebû û di nav baxçe de jî goreke nû hebû ku hê tu kes lê nehatibû veşartin. 42Ji ber ku roja Amadekirinê ya Cihûyan bû û gor jî nêzîk bû, Îsa li wê derê dirêj kirin.

Currently Selected:

Yûhenna 19: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy