YouVersion Logo
Search Icon

Efesî 1

1
Silav
1Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê Şandiyê Mesîh Îsa ye, ji pîrozên li Efesê yên ku bi saya Mesîh Îsa dilsoz in re:
2Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Pîroziya Ruhanî
3Xweda û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî em bi saya Mesîh, bi her bereketa ruhanî ya li cihên ezmanî pîroz kirine. 4Wî em ji beriya damezrandina dinyayê bi Mesîh bijartin, da ku em li ber wî di hezkirinê de pîroz û bêleke bin. 5Li gor kêf û daxwaza xwe, wî em ji pêşî ve kifş kirin, da ku em bi saya Îsa Mesîh jê re bibin zarok. 6Wisa ku kerema wî ya bi rûmet a ku wî bi Hezkiriyê xwe ji me re kiriye xelat, bê pesindan. 7Bi saya wî em bi berdêla xwîna wî rizgar bûne, me lêbihûrtina neheqiyên xwe standiye. Ev li gor dewlemendiya kerema wî ye#Kolosî 1:14 8ya ku wî bi her şehrezayî û fêmdariyê bi zêdehî daye me. 9Wî sira daxwaza xwe ya ku li gor dilê xwe bi Mesîh saz kiribû, bi me da zanîn. 10Yanî li gor vê plana ku gava wextê wê hat ewê pêk bîne, ewê hemû tiştan, hem yên li ezmanan, hem jî yên li ser erdê di bin destê Mesîh de bike yek. 11Li gor mebesta Xwedayê ku her tiştî li gor biryar û daxwaza xwe saz dike, em ji berê ve hatin kifşkirin û bi Mesîh hatin bijartin, 12da ku em ên ku me pêşî hêviya xwe bi Mesîh ve girêdaye, ji bo pesindana rûmeta wî bijîn. 13Gava we peyva rastiyê, Mizgîniya xilasiya xwe bihîst û bawerî bi wî anî, hûn jî bi Ruhê Pîroz ê ku hatibû sozdan, di şexsê wî de hatin morkirin. 14Ruh, heta dema rizgariya wan ên ku yên Xwedê ne, destberiya mîrasa me ye. Şikir ji rûmeta Xwedê re!
Duaya Pawlos
15Ji bo vê yekê ji dema ku min baweriya we ya bi Xudan Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîstiye ve, 16ez we di duayên xwe de tînim bîra xwe û bê rawestin ji bo we şikir dikim, 17da ku Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê rûmetê, ruhê peyxam û şehrezayiyê bide we, ku hûn wî hê çêtir nas bikin; 18çavên dilê we ronahî bibin, da ku hûn bizanin hêviya ku hûn ji bo wê hatine gazîkirin çi ye û dewlemendiya rûmeta mîrasa wî ji bo pîrozan çi ye 19û mezinahiya hêza wî ya bêsînor a ku ji bo me yên ku bawer dikin, li gor qewet û karîna wî dixebite, çi ye. 20Ev hêz, hêza wî ye, yê ku Mesîh ji nav miriyan rakir û li cihên ezmanî, li milê xwe yê rastê da rûniştin.#Zebûr 110:1 21Xwedê, Mesîh ne tenê di vê dinyayê de, lê di dinya ku bê de jî derxist ser her serwerî, desthilatî, hêz û xudantiyê û derxist ser her navê ku tê bîranîn. 22Û Xwedê «her tişt xist bin lingên wî»#Ji: Zebûr 8:6 û ew bi serîtiya li ser her tiştî da Civînê.#Kolosî 1:18 23Ev bedena wî ye, tijetiya wî ye, yê ku li her derê her tiştî tije dike.

Currently Selected:

Efesî 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy