YouVersion Logo
Search Icon

Metta 6

6
Xêrxwazî
1«Hay ji xwe hebin, kirinên xwe yên qenc li ber çavên mirovan nekin, ji bo ku ji aliyê wan ve bên dîtin. An na, wê ji Bavê we yê li ezmanan ji bo we xelat nebe. 2Loma, çaxê ku tu xêrê bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê û di kinîştan de dikin, da ku pesnê wan bê dayîn. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 3Îcar çaxê ku tu xêrê bikî, bila destê te yê çepê nezane ku destê te yê rastê çi dike, 4da ku xêra te veşartî be. Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin jî dibîne, wê bergîdana te bide te.
Duakirin
(Lûqa 11:2-4)
5«Gava ku hûn dua dikin, wek ên durû nebin, çimkî ew hez dikin ku li serê kuçeyan û di kinîştan de dua bikin, da ku ji aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 6Lê çaxê ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê xwe yê ku nayê dîtin re dua bike û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
7«Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan wê bên bihîstin. 8Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.
9«Hûn bi vî awayî dua bikin:
Bavê me yê li ezmanan,
Navê te pîroz be.#6:9 Bi gotineke din: «Bila mirov qedrê navê te yê pîroz (bimbarek) bigire». Binêre: Hezekiyêl 36:23.
10Bila padîşahiya te bê.
Daxwaza te wek li ezmên,
Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
11Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
12Û li deynên me bibihûre,
Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
13Û me nebe ceribandinê,
Lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.#6:13 Di hin destnivîsaran de ev tune: «Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.»
14Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre. 15Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre.
Rojîgirtin
16«Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 17Lê çaxê ku tu rojiyê bigirî, rûn li porê xwe bide û serçavê xwe bişo, 18da ku mirov nebînin ku tu bi rojî yî, lê Bavê te yê ku nayê dîtin bibîne. Û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
Xezîna li Ezmanan
(Lûqa 12:33-34)
19«Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin, dixwin û diz dikevinê û didizin. 20Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir ne zeng û bizûzk dikarin wê xera bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin. 21Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
Çiraya Bedenê
(Lûqa 11:34-36)
22«Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc be, wê tevahiya bedena te bibe ronahî. 23Lê eger çavê te xerab be, wê tevahiya bedena te di tariyê de be. Îcar, eger ronahiya di dilê te de tarî ye, ew çi tariyeke mezin e!
Xulamtiya ji Du Axayan re
(Lûqa 16:13)
24«Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.#6:24 Bi Yewnanî: «Mamon»; mana vê ev e: «Malê dinyayê, pere, dewlemendiya vê dinyayê».
Xeman Nexwin
(Lûqa 12:22-31)
25«Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye? 26Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne? 27Îcar kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?
28«Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin. 29Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin. 30Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno? 31Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe bikin?› 32Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in. 33Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn. 34Loma ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibe wê ji bo xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.

Currently Selected:

Metta 6: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy