YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 9

9
Mirovekî Kor Dibîne
1Gava ku Îsa derbas dibû, wî mirovek dît ku ji zikmakî ve kor bû. 2Şagirtên wî jê pirsîn: «Mamoste, kê guneh kir ku ev mirov kor hat dinyayê? Wî bi xwe an dê û bavê wî?» 3Îsa bersîva wan da: «Ne wî guneh kir, ne jî dê û bavê wî, lê ji bo ku karên Xwedê li ser wî bên dîtin ew kor hat dinyayê. 4Hê ku roj e divê em karên ê ku ez şandime bikin. Şev tê, hingê kes nikare karekî bike. 5Heta ku ez li dinyayê me, ez ronahiya dinyayê me.»
6Wî weha got û tif kir erdê, ji tifê herrî çêkir û ew li çavê mirov da 7û jê re got: «Here xwe di hewza Sîlwamê de bişo» ku bê wergerandin: «Hatiye şandin». Ew jî çû serçavê xwe şuşt û bi çavên vebûyî vegeriya.
8Cîranên wî û kesên ku berê dîtibûn ku wî pars dikir, gotin: «Ewê ku rûdinişt û pars dikir, ma ne ev e?» 9Hinekan digot: «Ev ew e», hinekan jî digot: «Ne ew e, lê dimîne wî.» Lê wî bi xwe digot: «Ez ew im.» 10Îcar wan jê pirsî: «Nexwe çavên te çawa vebûn?» 11Wî bersîva wan da: «Mirovê ku jê re dibêjin Îsa herrî çêkir û li çavên min da û ji min re got: ‹Here hewza Sîlwamê û xwe bişo.› Ez jî çûm, min serçavê xwe şuşt û çavên min vebûn.» 12Wan jê pirsî: «Ew li ku derê ye?» Wî got: «Ez nizanim.»
Fêrisî û Mirovê Qencbûyî
13Wan ew mirovê ku berê kor bû, anîn ba Fêrisiyan. 14Ew roja ku Îsa herrî çêkir û çavên wî vekirin, Şemî bû. 15Fêrisiyan jî jê pirsî, ka çavên wî çawa vebûne? Mirov ji wan re got: «Wî herrî li çavên min da, min serçavê xwe şuşt û niha ez dibînim.» 16Hinekan ji Fêrisiyan got: «Ev mirov ne ji Xwedê ye, çimkî ew Şemiyê nagire.» Lê hinekan jî got: «Ma mirovekî gunehkar çawa dikare nîşanên weha çêke?» Û di navbera wan de dubendî derket. 17Hingê wan dîsa ji wî yê ku berê kor bû pirsî: «Tu li ser wî yê ku çavên te vekirin çi dibêjî?» Wî got: «Ew pêxember e.»
18Serekên Cihûyan bawer nekirin ku ew kor bû û çavên wî vebûne, heta gazî dê û bavê wî nekirin 19û ji dê û bavê wî nepirsîn: «Ma kurê we yê ku we digot kor hatiye dinyayê, ev e? Çawa dibe ku niha ew dibîne?» 20Dê û bavê wî bersîva wan dan: «Em dizanin ku ev kurê me ye û kor hatiye dinyayê. 21Lê em nizanin ku niha ew çawa dibîne û em nizanin kê jî çavên wî vekirine. Ji wî bipirsin, êdî ew mezin e, bila ew ji bo xwe bêje.» 22Dê û bavê wî ji ber ku ji wan ditirsiyan weha peyivîn. Çimkî ji xwe serekên Cihûyan gotina xwe kiribûn yek: Her kesê ku bigota ew Mesîh e, ewê ji kinîştê bihata avêtin. 23Ji ber vê yekê dê û bavê wî gotin: «Êdî ew mezin e, ji wî bipirsin.»
24Îcar wan cara diduyan gazî wî mirovê ku berê kor bû kir û jê re gotin: «Li ber Xwedê rastiyê bêje! Em dizanin ku ev mirov gunehkar e.» 25Wî bersîva wan da: «Ez nizanim ka ew gunehkar e an ku ne gunehkar e, lê tiştê ku ez dizanim ev e, ez kor bûm û niha ez dibînim.» 26Îcar wan jê pirsî: «Wî çi bi te kir? Wî çawa çavên te vekirin?» 27Wî li wan vegerand û got: «Min niha ji we re got, lê we guhê xwe nedayê. Çima hûn dixwazin dîsa bibihîzin? Ma hûn jî dixwazin ku bibin şagirtên wî?» 28Wan ew nizim kir û gotin: «Tu yî şagirtê wî, lê em şagirtên Mûsa ne. 29Em dizanin ku Xwedê bi Mûsa re peyivî ye, lê heçî ev mirov e, em nizanin ku ew ji ku derê tê!»
30Mirov bersîva wan da û got: «Ev tiştekî ecêb e! Hûn nizanin ew ji ku derê tê, lê wî çavên min vekirin. 31Em dizanin ku Xwedê dengê gunehkaran nabihîze. Lê eger mirovek biperize Xwedê û daxwaza wî bike, Xwedê dengê wî mirovî dibihîze. 32Ji berê ve tu caran nehatiye bihîstin ku kesekî çavên mirovekî ku kor hatî dinyayê vekirine. 33Eger ev mirov ne ji Xwedê bûya, nikaribû tiştek bikira.» 34Wan ji wî re got: «Tu bi tevahî di nav gunehan de hatiyî dinyayê, ma tê hînî me bikî?» Û ew ji kinîştê avêtin derve.
Korîtiya Ruhanî
35Gava Îsa bihîst ku ew avêtine derve, wî ew dît û jê re got: «Tu baweriyê bi Kurê Mirov tînî?» 36Mirov lê vegerand û got: «Ezbenî, ew kî ye? Bêje, da ku ez baweriyê pê bînim» 37Îsa jê re got: «Te ew dît û yê ku niha bi te re dipeyive ew e.» 38Wî got: «Ya Xudan, ez bawer dikim!» û ji Îsa re çû ser çokan. 39Îsa jî got: «Ez ji bo dîwankirinê hatime vê dinyayê, da ku yên ku nabînin bibînin û yên ku dibînin jî kor bibin.»
40Hinek ji Fêrisiyên ku li ba wî bûn, dema ku ev bihîstin, jê re gotin: «Nexwe em jî kor in?» 41Îsa bersîva wan da: «Eger hûn kor bûna, gunehê weyê tunebûya. Lê niha hûn dibêjin: ‹Em dibînin›, îcar gunehê we dimîne.

Currently Selected:

Yûhenna 9: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy