YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 6

6
Îsa Pênc Hezar Mirovan Têr Dike
(Metta 14:13-21; Marqos 6:30-44; Lûqa 9:10-17)
1Piştî vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya digotin. 2Elaleteke mezin dabû pey wî, çimkî wan ew nîşan û keramet dîtibûn, yên ku wî ji bo nexweşan çêkiribûn. 3Îsa derket serê çiyê û li wê derê bi şagirtên xwe ve rûnişt. 4Cejna Cihûyan a Derbasbûnê nêzîk bû.
5Gava Îsa çavên xwe hildan, wî dît ku elaleteke mezin ber bi wî ve tê. Îsa ji Filîpos re got: «Emê nên ji ku derê bikirrin, ji bo ku ev mirov bixwin?» 6Wî ev ji bo ku Filîpos biceribîne got, çimkî wî dizanibû ku ewê çi bike. 7Filîpos bersîva wî da: «Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed zîvî jî nan têra wan nake!» 8Yek ji şagirtan, birayê Şimûn-Petrûs, Endrawis ji wî re got: 9«Li vir lawikek heye ku pênc nanên wî yên cehî û du masiyên wî hene, lê ji bo evqas mirov ev çi ye!»
10Îsa got: «Mirovan li erdê bidin rûniştin.» Li wir gelek giya hebû û ew rûniştin. Hejmara mêran li dora pênc hezar kes bû. 11Hingê Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan. 12Û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re got: «Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.» 13Şagirtan jî ew berhev kirin û ji ber wan ên ku pênc nanên cehî xwaribûn, diwanzdeh selik ji pariyan tije kirin.
14Dema ku van mirovan ev nîşana ku Îsa çêkir dîtin, wan got: «Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!» 15Îcar Îsa têgihîşt ku ewê bên û ji bo ku wî bikin padîşah bi zorê bibin; dîsa ew bi serê xwe hilkişiya çiyê.
Îsa li ser Avê Rêve Diçe
(Metta 14:22-27; Marqos 6:45-52)
16Dema ku bû êvar, şagirtên wî daketin jêr û çûn golê. 17Ew li qeyikekê siwar bûn û ji bo ku derbasî Kefernahûma aliyê din ê golê bibin, ketin rê. Êdî tarî ketibû erdê û hê jî Îsa nehatibû ba wan. 18Golê ji ber bagereke xurt pêl dida. 19Dema ku ew bi qasî pênc-şeş kîlometreyan pêşve çûn, wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe û ber bi qeyikê ve tê. Ew tirsiyan, 20lê Îsa ji wan re got: «Netirsin, ez im!» 21Îcar wan xwest ku wî bixin qeyikê. Qeyik di cih de gihîşt wî aliyê ku wan dixwest herinê.
Mirov li Îsa Digerin
22Dotira rojê, elaleta ku li aliyê din ê golê mabû, fêm kirin ku şeva din ji qeyikekê pê ve li wê derê nebû û Îsa bi şagirtên xwe ve li qeyikê siwar nebûbû, lê şagirtên wî bi serê xwe çûbûn. 23Ji aliyê din ve, qeyikên ku ji Teberiyayê hatibûn, gihîştibûn nêzîkî wê dera ku piştî şikirkirina Xudan, lê nan hatibû xwarin. 24Gava elaletê dît ku ne Îsa û ne jî şagirtên wî li wê derê ne, ew bi xwe li qeyikan siwar bûn û ji bo ku li Îsa bigerin çûn Kefernahûmê.
Nanê Jiyana Herheyî
25Gava ku wan Îsa li aliyê din ê golê dît, wan jê re got: «Mamoste, tu kengê hatî vê derê?» 26Îsa bersîva wan da: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ne ji ber ku we nîşan dîtine, lê ji ber ku we ji nên xwar û hûn têr bûn, hûn li min digerin. 27Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
28Û wan jê pirsî: «Divê em çi bikin, ji bo ku em karên Xwedê bikin?» 29Îsa bersîva wan da: «Karê Xwedê ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî şandiye bînin.» 30Li ser vê yekê wan jê re got: «Îcar tê çi nîşanê çêkî, da ku em bibînin û ji te bawer bikin? Tê çi karî bikî? 31Bav û kalên me li çolê Manna xwarin. Çawa ku hatiye nivîsîn: ‹Wî ji bo xwarina wan, ji ezmên nan da.›#Ji: Derketin 16:4; Zebûr 78:24 »
32Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew ne Mûsa bû ku ji ezmên nan da we, lê Bavê min e ku nanê rastîn ji ezmên dide we. 33Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.» 34Wan jê re got: «Ezbenî, hergav vî nanî bide me.»
35Îsa ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe. 36Lê wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hê hûn bawer nakin. 37Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba min, ez wî qet nazivirînim. 38Çimkî ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku ez daxwaza xwe bikim, lê ji bo ku ez daxwaza yê ku ez şandime bikim. 39Daxwaza yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên ku wî dane min yekî winda nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim. 40Erê, daxwaza Bavê min ev e, ku her kesê Kur bibîne û baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.»
41Îcar Cihûyan li pey wî kirin pitepit, çimkî wî got: «Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im.» 42Wan got: «Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e ku em diya wî û bavê wî nas dikin? Ma çawa dibe ku ew niha dibêje: ‹Ez ji ezmên hatime xwarê›?»
43Îsa bersîv da û ji wan re got: «Di nav xwe de nekin pitepit. 44Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim. 45Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.›#Ji: Îşaya 54:13 Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min. 46Ev nayê wê manê ku kesekî Bav dîtiyê. Bi tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye. 47Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê tîne jiyana wî ya herheyî heye. 48Nanê jiyanê ez im. 49Bav û kalên we li çolê Manna xwarin, lê ew mirin. 50Ew nanê ku ji ezmên hatiye xwarê, da her kesê ku jê bixwe nemire, ev e. 51Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»
52Li ser vê yekê Cihûyan di nav xwe de devjenî kirin û gotin: «Ev mirov çawa dikare bedena xwe bide me ku em bixwin?» 53Îcar Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn bedena Kurê Mirov nexwin û xwîna wî venexwin, jiyana we wê nebe. 54Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, jiyana wî ya herheyî heye û di Roja Dawî de ezê wî rakim. 55Çimkî bedena min xwarina rastîn, xwîna min jî vexwarina rastîn e. 56Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, bi min re dimîne û ez jî bi wî re dimînim. 57Çawa Bavê ku serkaniya jiyanê ye ez şandime û ez bi saya Bav dijîm, bi vî awayî yê ku min bixwe, wê bi saya min bijî. 58Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ev e. Ne wek Mannayê ku bav û kalan xwar û mirin. Yê ku vî nanî bixwe, wê her û her bijî.» 59Îsa ev peyv, dema ku li Kefernahûmê hîn dikir, di kinîştê de gotin.
Peyvên Jiyana Herheyî
60Gelek ji şagirtên wî, dema ku ev peyv bihîstin, gotin: «Ev peyv gelek dijwar e! Kî dikare guh bide wê?» 61Lê Îsa dizanibû ku şagirt li ser vê yekê pitepitê dikin, wî ji wan re got: «Ma dilê we bi vê yekê dimîne? 62Nexwe eger hûn bibînin ku Kurê Mirov derdikeve cihê ku berê lê bû, wê çawa be…? 63Yê ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min ji we re gotine, ruh û jiyan in. 64Lê yên ku di nav we de baweriyê naynin hene.» Çimkî Îsa ji destpêkê ve dizanibû ku kê bawerî neaniye û kî wê wî bide dest. 65Û wî got: «Ji ber vê yekê min ji we re got heta ku ji aliyê Bav ve neyê dayîn, tu kes nikare bê ba min.»
66Ji ber vê yekê, ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re nedigeriyan. 67Îcar Îsa ji diwanzdehan pirsî: «Ma hûn jî dixwazin ku herin?» 68Şimûn-Petrûs bersîva wî da: «Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne. 69Û me jî bawerî aniye û em dizanin ku Pîrozê Xwedê tu yî.» 70Îsa li wan vegerand û got: «Ma min hûn her diwanzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we yek Îblîs e.» 71Wî li ser Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî digot. Bi ser ku ew yek ji diwanzdehan jî bû, yê ku wê Îsa bida dest, ew bû.

Currently Selected:

Yûhenna 6: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy