YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 20

20
Gora Vala
(Metta 28:1-10; Marqos 16:1-8; Lûqa 24:1-12)
1Roja pêşî ya heftiyê, serê sibê zû, hê ku tarî bû Meryema Mejdelanî hat ser gorê. Wê dît ku kevir ji ber derê gorê hatiye rakirin, 2bi bez çû ba Şimûn-Petrûs û şagirtê din ê ku Îsa jê hez dikir û ji wan re got: «Xudan ji gorê derxistine û em nizanin ku ew danîne ku derê.»
3Li ser vê yekê Petrûs û şagirtê din derketin derve û bi aliyê gorê ve hatin. 4Herdu jî bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser gorê. 5Dema wî xwe xwar kir û nêrî, dît ku cawên keten raxistî ne. Lê ew neket hundir. 6Hingê Şimûn-Petrûs jî li pey wî hat; ket hundirê gorê, cawên keten ên raxistî 7û destmala ku li serê Îsa hatibû pêçandin, dîtin. Destmal ne li ba cawên keten bû, lê pêçayî û ji wan veqetayî bû. 8Hingê şagirtê din ê ku pêşî gihîştibû ser gorê ket hundir. Wî dît û bawer kir. 9– Wan hê ji Nivîsara Pîroz fêm nedikir ku diviya Îsa ji nav miriyan rabe. – 10Piştî vê yekê şagirt vegeriyan cihên xwe.
Îsa Xwe Nîşanî Meryema Mejdelanî Dide
(Marqos 16:9-11)
11Lê Meryem li derve, li ber gorê sekinîbû û digiriya. Wê bi girîn xwe xwar kir û li hundirê gorê nêrî, 12dît ku du milyaketên cilspî, li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû dirêjkirin rûniştine, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî. 13Milyaketan ji wê re got: «Ya sitiyê! Tu çima digirî?» Meryemê ji wan re got: «Xudanê min rakirine û ez nizanim ew danîne ku derê.»
14Gava wê weha got, li pişt xwe zivirî û dît ku Îsa li wê derê rawestaye. Lê wê nizanibû ku ew Îsa ye. 15Îsa ji wê re got: «Ya sitiyê, tu çima digirî? Tu li kê digerî?» Meryemê jî guman kir ku ew baxçevan e; wê ji wî re got: «Ezxadim, eger te ew rakiribe, ji min re bêje, te ew daniye ku derê, da ku ez wî ji wê derê rakim.» 16Îsa ji wê re got: «Meryem!» Meryem li wî zivirî û bi Îbranî got: «Rabbonî!» ku bi mana «Mamoste!» ye.
17Îsa ji wê re got: «Destê xwe li min nede, çimkî hê ez derneketime ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bêje: ‹Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û ba Xwedayê we.›» 18Meryema Mejdelanî çû ba şagirtan û ji wan re got: «Min Xudan dît» û tiştên ku wî ji wê re gotibû ji wan re got.
Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dide
(Metta 28:16-20; Marqos 16:14-18; Lûqa 24:36-49)
19Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: «Silamet li ser we be.» 20Ev tişt got, destên xwe û newqa xwe nîşanî wan da. Gava ku şagirtan Xudan dît, pirr şa bûn. 21Îsa dîsa ji wan re got: «Silamet li ser we be. Wek ku Bav ez şandim, ez jî we dişînim.» 22Piştî ku weha peyivî pif kir wan û ji wan re got: «Ruhê Pîroz bistînin. 23Hûn li gunehên kê bibihûrin, ew lêbihûrtî ne. Hûn li gunehên kê nebihûrin, li wan nayê bihûrtin.»
Îsa û Tûma
24Tûmayê ku yek ji diwanzdehan bû û jê re Cêwî digotin, gava ku Îsa hat, ne bi wan re bû. 25Şagirtên din ji wî re gotin: «Me Xudan dît.» Lê Tûma ji wan re got: «Heta ku ez di destên wî de cihê bizmaran nebînim, tiliya xwe li cihê bizmaran nedim û destê xwe daneynim ser newqa wî, ez qet bawer nakim.»
26Piştî heşt rojan, şagirtên Îsa dîsa li malekê bûn û Tûma jî bi wan re bû. Derî girtî bûn, lê Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: «Silamet li ser we be.» 27Di pey de ji Tûma re got: «Tiliya xwe bîne vir û li destên min binêre. Destê xwe jî dirêj bike û deyne ser newqa min. Êdî bêbaweriyê neke, lê belê bi bawerî be!»
28Tûma lê vegerand û got: «Xudanê min û Xwedayê min!» 29Îsa ji wî re got: «Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Xwezî bi wan ên ku nebînin, lê dîsa bawer dikin!»
Armanca Vê Kitêbê
30Erê, Îsa li ber şagirtên xwe hê gelek nîşanên din jî çêkirin ku ew di vê kitêbê de nehatine nivîsîn. 31Lê ev hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye û bi vê baweriyê jiyana we bi navê wî hebe.

Currently Selected:

Yûhenna 20: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy