YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 16

16
1«Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn neterpilin. 2Ewê we ji kinîştan bavêjin derve. Erê wextekî wisa tê, her kesê ku we bikuje wê guman bike ku xizmetê ji Xwedê re dike. 3Wê van bikin, çimkî wan ne Bav nas kir û ne jî ez. 4Lê belê min ev tişt ji we re gotin, da ku çaxê wextê wan bê, hûn bînin bîra xwe ku min ev ji we re gotine.
Li ser Ruhê Pîroz
«Min ev di destpêkê de ji we re negotin, çimkî ez bi we re bûm. 5Lê niha ez diçim ba yê ku ez şandime. Û ji nav we tu kes ji min napirse: ‹Tu bi ku derê ve diçî?› 6Îcar ji ber ku min ev tişt ji we re gotin, dilê we bi xemgînî tije bûye. 7Lê belê ez rastiyê ji we re dibêjim: Çûyîna min ji bo we çêtir e. Eger ez neçim, Alîkar ji we re nayê. Lê eger ez herim, ezê wî ji we re bişînim. 8Dema ku ew bê, ewê derbarê guneh, rastî û dîwanê de bala dinyayê bikişîne ser sûcên wê. 9Li ser guneh, çimkî ew baweriyê bi min naynin. 10Li ser rastiyê, çimkî ez diçim ba Bav û êdî hûn min nabînin. 11Li ser dîwanê, çimkî serokê vê dinyayê sûcdar hatiye derxistin.
12«Hê gelek tiştên ku ez ji we re bêjim hene, lê niha hûn nikarin wan ragirin. 13Lê dema ku ew Ruhê Rastiyê bê, ewê we ber bi hemû rastiyê ve bibe. Çimkî ew ji ber xwe napeyive, lê tiştên ku bibihîze wê bêje û tiştên ku wê bibin, wê bi we bide zanîn. 14Ewê min bi rûmet bike, çimkî ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn. 15Her çiyê Bav hebe, yê min e. Ji ber vê yekê min got ku ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn.
Xemgînî û Şahî
16«Piştî demeke kurt, êdî hûn min nabînin. Dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.» 17Ji şagirtên wî hinekan ji hevdû re gotin: «Ev çi ye ku ew ji me re dibêje? ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.› Û dibêje: ‹Çimkî ezê herim ba Bav›?» 18Îcar wan digot: «Ev ‹dema kurt› a ku dibêje çi ye? Em fêm nakin ku ew çi dibêje.»
19Îsa dizanibû ku ew dixwazin jê bipirsin; li ser vê yekê wî ji wan re got: «Hûn li ser gotina min a ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin› ji hev dipirsin? 20Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bigirîn û li xwe bixin, lê dinya wê şa bibe. Hûnê xemgîniyê bikişînin, lê xemgîniya we wê bibe şahî. 21Dema ku jin zarokê tîne dinyayê, êşê dikişîne. Lê piştî ku zarok anî, bi wê şabûna ku mirovek hatiye dinyayê, êdî ew êşa xwe nayne bîra xwe. 22Niha hûn jî xemgîn in, lê ezê we dîsa bibînim û dilê we wê bi şahiyê tije bibe. Û tu kes vê şahiya we ji we nastîne. 23Dema ku ew roj bê, hûn tu tiştî ji min napirsin. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn bi navê min her çi ji Bav bixwazin, ewê bide we. 24Heta niha we bi navê min tu tişt nexwest. Bixwazin, hûnê bistînin, wisa ku şahiya we temam bibe.
Ez li hember Dinyayê bi ser Ketim
25«Min ev tişt ji we re bi meselan gotin. Wext tê ku êdî ez bi meselan ji we re nabêjim. Êdî ezê bi eşkereyî ji we re li ser Bav bêjim. 26Wê rojê hûnê bi navê min bixwazin; ez ji we re dibêjim, ne lazim e ku ez ji bo we ji Bav bixwazim; 27Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî hûn ji min hez dikin û bawer dikin ku ez ji ba Xwedê hatime. 28Ez ji ba Bav derketim û hatim dinyayê. Dîsa ez dinyayê dihêlim û diçim ba Bav.»
29Şagirtên wî gotin: «Va ye, niha tu bi eşkereyî dipeyivî û qet bi meselan nabêjî. 30Niha em fêm dikin ku tu her tiştî dizanî û hewcedariya te tune ku kesek ji te bipirse. Ji bo vê yekê em bawer dikin ku tu ji ba Xwedê hatiyî.»
31Îsa ji wan re got: «Niha hûn bawer dikin? 32Wext tê, erê hatiye jî, wextê ku her yek ji we wê belav bibe, wê here cihê xwe û min bi tenê bihêle. Lê ez ne bi tenê me, çimkî Bav bi min re ye. 33Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn bi min re di aştiyê de bin. Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim.»

Currently Selected:

Yûhenna 16: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy