YouVersion Logo
Search Icon

Korîntî I, 1

1
Silav
1Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê hatiye gazîkirin ku bibe Şandiyê Mesîh Îsa û ji birayê me Sostênîs,
2ji civîna bawermendan a Xwedê ya li Korîntê, ji yên ku bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin û ji hemûyên ku li her derê gazî navê Îsa Mesîhê ku Xudanê me û yê wan e dikin re:
3Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
4Ji bo kerema Xwedê ya ku bi Mesîh Îsa ji we re hatiye dayîn, ez hergav ji bo we ji Xwedayê xwe re spas dikim. 5-6Çimkî ka çawa şahidiya Mesîh di nav we de qayîm bûye, hûn bi wî di her tiştî de, di peyivîn û di zanînê de dewlemend bûne. 7Wisa ku di tu diyariya ruhanî de kêmahiya we tune û hûn li hêviya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh disekinin. 8Ew jî wê we heta dawiyê qayîm bike, da ku hûn di Roja Xudanê me Îsa Mesîh de bêqusûr bin. 9Xwedê dilsoz e: ji aliyê wî ve hûn hatine gazîkirin, da ku hevpariya we bi Kurê wî, Xudanê me Îsa Mesîh re hebe.
Dubendiya di Civîna Bawermendan de
10De îcar xwişk û birano, ez bi navê Xudanê me Îsa Mesîh hêvî ji we dikim, hûn hemû eynî tiştî bifikirin, bila di nav we de dubendî tune be; lê li ser eynî fikrê û eynî dîtinê bibin yek. 11Çimkî xwişk û birano, ji aliyê mirovên Xiloyê ve ji min re hat gotin ku di nav we de pevçûn heye. 12Yanî ez li ser vê dibêjim: Her yek ji we dibêje: «Ez yê Pawlos im» an: «Ez yê Apolos im» an: «Ez yê Kîfas im» an jî: «Ez yê Mesîh im.»#1:12 Kîfas: navê din ê «Petrûs» e, binêre: Yûhenna 1:42. 13Ma Mesîh hatiye parve kirin? Ma Pawlos ji bo we hat xaçkirin? An ku hûn bi navê Pawlos imad bûn? 14Ez ji Xwedê re şikir dikim ku min ji Krîspos û Gayos pê ve tu kes ji we imad nekiriye; 15wisa ku tu kes nebêje ku hûn bi navê min imad bûne. 16– Belê min maliyên Stefanas jî imad kirin, ji vê zêdetir ez nizanim ku min kesek din imad kiriye an na. – 17Çimkî Mesîh ez neşandim ku ez imad bikim, lê belê ez şandim ku ez Mizgîniyê bidim. Min ev yek bi şehrezayiya gotinan nekir, da ku xaça Mesîh hêza xwe winda neke.
Mesîhê ku Hêz û Şehrezayiya Xwedê Ye
18Erê, peyva li ser xaçê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye, lê ji bo me yên ku rizgar dibin hêza Xwedê ye. 19Çimkî hatiye nivîsîn:
«Ezê zanebûna zaneyan tune bikim,
Ezê fêmdariya fêmdaran betal bikim.»#Ji: Îşaya 29:14
20Ma yê zana li ku derê ye? Yê Şerîetzan li ku derê ye? Devjenîkerê şehreza yê vê dinyayê li ku derê ye? Ma Xwedê şehrezayiya dinyayê venegerand bêaqiliyê? 21Madem ku dinyayê li gor şehrezayiya Xwedê, bi şehrezayiya xwe Xwedê nas nekir, li Xwedê xweş hat ku yên baweriyê tînin bi bêaqiliya Mizgîniyê rizgar bike. 22Cihû nîşanan dixwazin û Yewnanî li şehrezayiyê digerin, 23lê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin didin bihîstin. Ew ji bo Cihûyan terpilînek û ji bo miletan bêaqilî ye; 24lê ji bo yên ku hatine gazîkirin, hem ji bo Cihû û hem jî ji bo Yewnaniyan, ev Mesîh hêza Xwedê û şehrezayiya Xwedê ye. 25Çimkî bêaqiliya xwedayî di ser şehrezayiya mirovan re û bêhêziya Xwedê jî di ser hêza mirovan re ye.
26Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin. 27Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin. 28Xwedê, ji bo ku tiştên ku hene betal bike, tiştên dinyayê yên bê rûmet û kêm tên dîtin, tiştên ku tunin jî, bijartin. 29Wisa ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede. 30Bi saya Xwedê hûn bi Mesîh Îsa re ne, yê ku ji aliyê Xwedê ve ji bo me bû şehrezayî, rastdarî, pîrozî û rizgarî. 31Ji bo vê yekê çawa ku hatiye nivîsîn: «Yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan pesnê xwe bide.»#Ji: Yêremya 9:24

Currently Selected:

Korîntî I, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy